Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) kesên mafê standina Xelatên Serkeftinê yên Rojnamegeriyê wergirtina aşkere kirin. Xelat ji sala 1956ê û vir ve tên dayin.
Kesên ku îsal mafê bidestxistina xelatan girtine ev in:
Di beşa çapemeniya nivîskî de
* Di beşa nûçeyên siyasetê de ji rojnameya Hürriyetê Nûrettîn Kurtî bi nûçeya xwe ya “Ne Tang ez lê qelibîm” ya ku 22yê Hezîranê ya 2017ê hatiye weşandin;
* Di beşa nûçeyên ekonomiyê de ji rojnameya Hürriyetê Bûrak Coşanî, bi nûçeya xwe ya “Dest diavêjin nanê me” ya ku 20ê Adarê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyên civakî de ji rojnameya Cumhuriyetê Zehra Ozdîlekê bi nûçeya xwe ya “Istîsmara Rewşa Awarteyê” ya ku 3yê Hezîranê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyên perwerdeyê de ji rojnameya Habertürkê Yûsûf Doganî bi nûçeya xwe ya “Bazara tezan ji 3 hezar TLyî dest pê dike” ya ku 23yê Adarê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyên perwerdeyê de ji rojnameya Hürriyetê Mesûde Erşanê bi nûçeya xwe ya “Geştyarên Nexweşiya Jana Zirav” ya ku 17ê Hezîranê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyên beşa Çand-Huner-Magazînê de ji rojnameya Hürriyetê Omer Erbîlî bi nûçeya xwe ya “Avadaniya Hasbahçeyê” ya ku 13ê Cotmehê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyên sporê de ji rojnameya Habertürkê Mûrat Agcayî bi nûçeya xwe ya “Ne heneke e rast e, Kulek pîst” ya ku 31ê Tebaxê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa qunciknivîsiyê de ji rojnameya Habertürkê Atîlla Turkerî bi nivîsa xwe ya “Li Antalyayê qezenca ne li rê ya Menajeran” ya ku 29ê Hezîranê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa lêkolînê de ji rojnameya Hürriyetê Gulistan Alagozê bi nivîsa xwe ya “Mirovên Veguherînê” ya ku di navbera 11 û 13ê Gulanê û 25ê Tîrmehê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa Hevpeyvîn-roportajê de ji rojnameya Cumhuriyetê Demet Yalçin Guneşê bi roportaja xwe ya “Drama ku naqede: Bûkên zarok” ya ku di navbera 7 û 11ê Adarê ya 2017ê hatiye weşandin, mafê bidestxistina xelatê wergirtiye.
Rêkûpêkiya rûpelan
* Di beşa rêkûpêkiya rûpelê yekem de ji rojnameya Habertürkê Mehmet Denîz Ozkokî bi rûpelê yekem ê di 19ê Tîrmehê ya 2017ê hatiye weşandin,
* Di beşa rêkûpêkiya rûpelê navîn de ji rojnameya Habertürkê Ercan Arikanî bi rûpelê 22yemîn ê di 30ê Kanûna Paşiyê yê 2017ê de hatiye weşandin,
* Di beşa fotografê de ji rojnameya Hürriyetê Selahattîn Sonmezî bi rêzefotografên xwe yên bi sernavê “Kesên li ser rêyan li dadê digerin” ku di navbera 15ê Hezîran û 9ê Tîrmehê ya 2017ê de hatiye weşandin mafê bidestxistina xelatê standiye.
* Di beşa karîkaturê de ti berhem hêjayî dana xelatê nehatiye dîtin.
Televizyon û Radyo
* Di beşa nûçeyên televizyonê de Îrfan Sapmazî bi nûçeya xwe ya bi ser navê “Demên guleberdanê ya li xwenîşandarê Filistînî” ya ku 15ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê li Ajansa Nûçeyan a Doganê hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyên lêkolînê yên televizyonê de Dûygû Kayayê bi nûçeya xwe ya bi ser navê “Astengiyên li hemberî Xeyalan” ya ku 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê di Habertürk TVyê de hatiye weşandin,
* Di beşa programa nûçeyan a televizyonê de Cuneyt Ozdemîrî bi programa xwe ya bi navê “3Ç1L2K (5N1K): Reza Zarrab Taybet” ya ku 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê di CNN Türk TVyê de hatiye weşandin,
* Di beşa belgefilmên televizyonê de Kerîme Senyucelê bi belgefilmê xwe ya bi ser navê “Bîlûn: Şahidê dawiyê yê Sirgunê” ya ku 9ê Kanûna Pêşîyê ya 2017yê di TRT Belgesel TVyê de hatiye weşandin,
* Di beşa nûçeyê sporê de Orhan Ayhanî bi programa xwe ya bi navê “Boksorê efsanewî Marcel Cerdan” a ku 26ê Sibatê ya 2017ê di TRT Spor TVyê de hatiye weşandin,
* Di beşa xebata kamerayê ya televizyonê de Hasan Donmez û Mûrat Karataşî bi dosyaya nûçeyan a bi navê “Her tişt ji bo welatî” ya ku 26ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê di Habertürk TVyê de hatiye weşandin,
* Di beşa program û nûçeyên radyoyê de Sevîn Okyayê bi programa xwe ya bi navê “Maseya cînayetan” ya ku 26ê Adarê ya 2017ê di NTV Radyoyê de hatiye weşandin hêjayî xelatstandinê hatiye dîtin.
* Di beşa nûçeyên çand û hunerê yên televizyonê de ti berhem hêjayî xelatstandinê nehatiye dîtin.
Înternet
* Di beşa nûçeyên înternetê de Emre Kizilkayayî bi nûçeya xwe ya bi navê “Di nava lêgerînên Googlê de portreya nepenî ya Tirkiyeyê” ya ku 6ê Cotmehê ya 2017ê di malpera Hürriyetê de hatiye weşandin,
* Di beşa roportajên înternetê de Mahmût Hamsîciyî bi roportaja xwe ya bi navê “Jina Tirkmen a Iraqî ya ku ji destê DAIŞê reviyaye” ya ku 19ê Cotmehê ya 2017ê di BBC Tirkiyê de hatiye weşandin xelat standine.
Xelata Taybet a Nezîh Demîrkentî
Lijneya Rêveberiyê ya TGCyê biryar girt ku Xelata Taybet a Nezîh Demîrkentî ya sala 2017ê bidin Jale Ozgenturk nivîskara nivîsên aboriyê ya rojnameya Hurriyetê.
Cî û dema merasîma belavkirinê ya xelatan paşê wê bê aşkerekirin.
Lijneya Vebijêr
Kesên ku di nava lijneya vebijêr a beşa xelatên çapemeniya nivîskî de cî girtine ev in:
Ayşe Ozek Karasû (Koordînatora Giştî ya Rojnameya Habertürkê), Bertan Aganoğlû (Midûrê Nivîsan ê Rojnameya Milliyetê), Necdet Dogan (Midûrê Nivîsan ê Rojnameya Hürriyetê), Niyazî Dalyanci (Alîkarê Sekreterê Giştî yê TGCyê), Fatîh Polat (Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Evrenselê), Vahap Mûnyar (Wekîlê Serokê TGCyê –Nivîskarê Rojnameya Hürriyetê) û Miyase Îlknûr(Nivîskara Rojnameya Cûmhûriyetê).
Kesên ku di nava lijneya vebijêr a beşa xelatên radyo û televizyonê de cî girtine ev in:
Dr. Engîn Başçi (Nûçegihanê TRTyê), Goksel Göksû (Nûçegihana CNN Türkê – Endama Lijneya Rêveberiyê ya TGCyê –Koordînatora Kamisyona Jinan), Prof. Dr. Ozden Cankaya (Akademisyen, Zanîngeha Aydinê ya Stenbolê), Îhsan Yilmaz(Midûrê Nûçeyan ê Habertürk TVyê – Endamê Lijneya Rêveberiyê ya TGCyê), Sîbel Guneş(Sekretera Giştî ya TGCyê –Berpersa Weşanê ya www.sagliktagundem.comê), Prof. Dr. Şukran Esen (Akademisyen, Beşa Radyo Televizyon û Sînemayê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê) û Umit Aslanbay (Rojnameger).
Kesên ku di nava lijneya vebijêr a beşa internetê de cî girtine ev in:
Celal Toprak (Nûnerê Stenbolê yê Rojnameya Gozlemê – Endamê Lijneya Rêveberiyê yê TGCyê), Erol Onderoglû (Rojnameger), Dr. Recep Yaşar (Alîkarê Serokê TGCyê), Bulent Ayanoglû (Berpirsê Weşanê yê milliyet.com.tryê) û Mûstafa Çetîn (Berpirsê Weyanên Înternetê yê Rojnameya Sozcuyê). (EA/FD)