Ji bo nûçeya (1) (2) (3) / İngilîzî bitikîne
Şeşem danişîna dadgeha rêveber û nivîskarên rojnameya Cûmhûriyetê wê li avahiya edliyeyê ya li Girtîgeha Silivriyê berdewam bike.
Di çarçoveya dozê de Mûrat Sabûncû Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê û parêzer Akin Atalay Serokê Lijneya Îcrayê 495 roj in, nûçegihan Ahmet Şik 434 roj in û Ahmet Kemal Aydogdû bikarhênerê Twitterê 444 roj in ku girtî tên dadgehkirin.
Dadgehkirinê saetekê dereng dest pê kir.
Sezgîn Tanrikûlû û Ûtkû Çakirozen Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), Garo Paylan Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Christian Mihr Dîrokterê Almanyayê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Bariş Altintaş Serokê Komeleya Xebatên Hiqûqê û Medyayê, Ji Sendîkaya Basin İşê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Alp Tekîn Babaç, Kanî Beko Serokê Giştî DİSKê û Arzû Çerkezoglû Sekretera DÎSKê Gohkan Dûrmûş Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Rebecca Harms Parlamentera Parlamentoya Ewropayê dadgehkirinê dişopînin.
Dadgehkirin bi nîqaşên sînordarkirina parêzeran dest pê kir. Parêzer Leyla Han Tuzelê diyar kir ku sînordarkirina sê parêzeran a di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ne li gorî vê dozê ye û ev mafê dadgehkirina edlî binpê dike. Tuzelê daxwaz kir ku ji ber vê rewşê biryara sînordarkirinê bi paş de bikişînin. Lê ev daxwaz nehat qebûlkirin.
Di danişînê de weke şahid li nivîskarên berê yê Rojnameya Cûmhûriyete Mehmet Faraç, Leyla Tavşanoglû û li Namik Kemal Boya hat guhdarkirin.
Şik û Sabûncû hatin tehliyekirin
27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara xwe ya demkî aşkere kir. Li gorî vê biryarê Ahmet Şik û Mûrat Sabûncû serbest in. Ji bo Akin Atalay û Ahmet Kemal Aydogdûyî biryar hat girtin ku girtî bimînin.
Dadgehê ji dozgeriyê xwest ku nêrîna xwe ya derbarê esasê de bîne ziman.
Dadgehkirin wê 16yê Adarê berdewam bike.
Şik ji salonê hatibû derxistin
25ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê 5emîn danişîna dozê li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çûbû û heyeta dadgehê nehiştibû rojnamegerê girtî Ahmet Şik biaxive û gotina wî di nêvî de birî bû û ew derxistibû ji derveyî salona dadgehê.
Heyetê paşê biryar girtibû ku dadgehkirin li dadgeha Silivriyê berdewam bike.
Beriya niha jî rakiribûn Silivriyê
24ê Tîrmehê dema danişîna pêşiyê çêbûbû, ji ber ku gelek kes ketibûn salona dadgehê û xwestibûn dozê bişopînin, heyeta dadgehê danişîna duyem a 11ê Îlonê rakiribû Silivriyê lê careke din dadgehkirin Çaglayanê.
Çi bûbû?
Îdianame 156 rojan piştî ku rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2016yê de hatin girtin, 4ê Nîsana 2017yê hat amadekirin.
Ahmet Şik 31ê Kanûna Pêşiyê û Emre Îper 19ê Nîsanê hatin girtin.
Dadgehkirin 24ê Tîrmeha 2017ê dest pê kir. Îdianame ji bo Îperî 24ê Tîrmehê şandin dadgehê.
Mûrat Înamî lêpirsîn da destpêkirin. Înam her wiha gumanbarê “Doza FETOyê” ye.
Îmzeya Înamî di bin îdianameyê de nîne, lê Mehmet Akîf Ekîncî û Yasemîn Baba Dozgera Komarî îdianame îmze kirin.
Xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan di îdianameyê de û 106 nûçe weke delîl, 149 tweet, 17 rojnameger û rêveberên rojnameyan weke şahid cî girtibûn.
Dozgerî dixwaze ku ji ber sûcê “digel ku ne emdamên rêxistinê ne lê alîkarî bi rêxistinê re kirine” bên cezakirin.
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Di danişîna sêyê de rojnameger Kadrî Gürsel hat tehliyekirin.
Murat Sabuncu, Akin Atalay, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe