Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameger Idrîs Yilmaz ku 21ê Kanûna Paşiyê hatibû desteserkirin hat girtin.
Yilmaz bi tohmeta “propagandeya rêxistinê kiriye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa Ayê ya Ercîşê. Polîsan bi ser mala Yilmazî de girtibû û ew desteser kiribûn.
Yilmazê ku li Wanê karê rojnamegeriyê dike beriya niha dema xwestibû bi muteahît Şahîn Yagarî re derbarê projeya peravê ya Ercîşê de hevdîtinê bike rastî êrîşê hatibû. Yagar karên saziyên dewletê û şaredariyê dike.
Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BİAyê di sê mehên dawiyê yên sala 2017yê de li Tirkiyeyê 122 rojnameger girtî ne. (EA/FD)