Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Pênç caran dema Rewşa Awarte hat dirêjkirin. Girtiyên doza “derbe” û rêxistinan têne mecbûrkirin ku cilikên yekreng li xwe bikin. Di vê rewşa ku kiriyarên antîdemokratîk hene rewşa Tirkiyeyê ji Yekîtîya Ewropayê zêdetir dikeve di rojeva Lijneya Ewrpopayê de.
RSF û CPJyê Tirkiye wek “mezintirîn girtîgeha dinyayê” bi nav kir. Li Tirkiyeyê 122 rojnameger û xebatkarên medyayê di girtîgehan de ne.
Rojnameger bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK) û Qanûna Cezayan ya Tirkan(TCK) têne dadkirin.
Ji bo rojnamegeran tehdîda 237 caran cezayê mûebeta giran û 3 hezar û 672 sal û 6 meh cezayê girtinê heye.
Sernivîsên Çavdêriya Li Medyayê
Di Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ev mijar hene: “rojnamegerên hatîn kuştin”,”rojnamegerên girtî”,”êrîş, tehdîd û astengkirin”, “bêcezayî / Xwestina mafan”, “lêpirsîn, dozên hatîn vekirin”,”heqaret, mafên kesane, dozên tezmînatê”,”qedexekirin, astengkirin, komkirin”,”Dadgeha QAnûna Bingehîn”,”AIHM û RTUK.”
Li gor Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2017ê bi TMK û CMKyê rojnameger bi sûcên “endambûna rêxistina çekdar”,”alîkariya rêxistinan”, “propagndaya ji bo rêxistinan”, “avakirina rêxistinan”, “beşdarbûna derbekirinê”, “armanca [têkbirina] yekîtîya dewletê û hevgiriya miletî” hatin sûcdarkirin.
122 girtî
Di yekê Kanûna Paşiyê de 122 rojnameger di girtîgehan de bûn. 79 rojnamegerên girtî ji bo medyaya nêzîkî cemaeta Gulenî kar dikirin, 24 rojnameger xebatkarên medyaya kurdan bûn. 19 rojnamegerên dî ji bo van saziyan kar dikirin:
Cumhuriyet (3), Evrensel (1), Die Welt (1), Kovara Sosyalist Dayanışmayê (1), Atılım (1), Kovara Eylül Hapishane (1), ETHA Ajans (2), Kovara Emek-Adalet (1), Özgür Gelecek (1), Odak (1), Mezitli FM radyosu (1), Yeni Evrede Mücadele Birliği (1), Nokta (1), TV10 (1), Solyayin.com (1), rojnamegerekê wênegir yê serbixwe.
Di 1ê Kanûna Paşiyê de 122 rojnameger û xebatkarên medyayê di girtîgehan de bûn. 122 rojnameger girtî, 66 rojnameger bersûc, ji bo 21 girtiyan biryar hatiye dayin, 4 mehkûm in, 31 gumanbar in. Ji doza “FETO”yê 79 û ji doza PKKyê 28 rojnameger di girtîgehê de ne.
Ji 122 rojnamegerên di girtîgehan de 66 rojnameger têne dadkirin. Lêpirsîn li ser 31 rojnamegeran hatiye vekirin, ji bo 21 girtiyan biryar hatiye dayin, 4 mehkûm in û îtiraz kirine li benda biryarê ne.
Par di heman dewrê de, 131 rojnamegerên girtî hebûn, ji bo 31 rojnamegeran hikim/biryar hatibû eşkerekirin, 7 rojnameger dihatin dadkirin, lêpirsîn li ser 106 rojnamegeran hatibû vekirin.
AYM(Dadgeha Qanûna Bingehîn)
Dadgeha Qanûna Bingehîn di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê, Kanûna Pêşiyê de biryar da ku mafê xweîfadekirinê yê du rojnameger( Ali Kidik, Haci Bogatekin) yek weşanger (Irfan Sanci) saziyeka medyayê hatiye binpêkirin. Dadgehê 17 hezar û 400 ceza da di nav cezayî de mesrefên dadkirinê jî hebûn.
Lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo serlêdana şexsî ya 22 rojnamegeran bêdeng e. Hin ji wan rojnamegeran 18 meh in di tecrîtê de ne. Cimaetên maf û hiqûqê vê yekê wek kêşeyekê dibînin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) û Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo dirêjkirina dema tecrîdê bêdeng in.
AYM û DMME
Di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê, Kanûna Pêşiyê de ji bo azadiya xweîfadekirinê bi tenê yek biryar hatiye dayin. Fatîh Taşî di kovara Westayê de nivîseka bi navê “Di jheqê Rewşenbîrê Kurdan De” nivîsîbûdadgehê cezayê girtinê yê dema wê paşdedayî dabû wî. Ji ber dayina wî cezayî dadgehê 4 hezar û 430 Euro ceza da Taşî.
Di gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar dabû ku dê dora pêşiyê bidin dosyeyên rojnamegerên ji Tirkiyeyê lê ji bo wan rojnamegerên ji bo “tedbîrê” desteserkirî ne biryar da ku “prosedûra edetî ye.”
Rojnamegerê girtî yê rojnameya Zamanê, ahmet Turan Alkan ku cezayê mûebetê jê re tê xwestin û edîtora rojnameya Yeni Asyayê Nur Enerê serî li DMMEyê daye. Hikûmetê ji bo Doza Cumhuriyetê û girtina nûçegihanê Die Weltê Denîz Yûcelî du caran xwest dem bê dirêjkirin û xwest serlêdan bê betalkirin lê ev daxwaz hat betalkirin.
Di sê mehan de desteserkirina 17 kesan
Di sê mehan de 17 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine desteserkirin. Deh rojnameger ji ber “kêşeya kurdan” û pênc rojnameger ji ber FETOyê hatine desteserkirin.
Par di heman dewrê de 21 xebatkarên medyayê ku saziyên wan bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De hatibûn girtin desteserkirî bûn. Çar nûnerên medyaya navneteweyî jî hatibûn desteserkirin li ser hev 41 rojnameger hatibûn desteserkirin. Di sala 2016ê de 201 rojnameger hatine desteserkirin. 21 ji wan rojnamegeran bi qanûnên Rewşa Awarte hatine desteserkirin.
Heft êrîş
Di dewra Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê, Kanûna Pêşiyê de êrîş li şeş nûçegihan û organekê medyayê hatiye kirin. Tehdîda kuştinê li rojnamegerên Fatih Portakal, Fatih Altayli, Bûrcû Yildirimê û xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê hatiye kirin.
Di sala 2016ê de di heman dewrê de êrîş li heşt rojnamegeran û navenda rojnameyekê hatibû kirin. Du rojnameger hatibûn tehdîtkirin. Herweha 105 rojnameger û organekê medyayê hat tehdîtkirin. Piraniya tehdîtkaran piştevanên hikûmetê bûne. Zimandirêjî li du rojnamegeran û rojnameyekê hatiye kirin.
Di hemiya sala 2016ê de li cihên pevçûn lê heyîn êrîş li 56 rojnamegeran hatiye kirin. Di wê dewrê de êrîş li şeş organên medyayê hatiye kirin. Rojnamegerekê ji Sûriyeyê hatiye kuştin. Di heman salê de, par tehdîd li 118 rojnamegeran û pênç saziyên medyayê hatiye kirin.
Rojnameger di bin gefa cezakirinê de bûn
Di serdema Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiye-Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de 85 rojnameger û nûnerên medyayê bi tohmeta “beşdariya derbeyê” hatin dadgehkirin û ji bo wan bi giştî 237 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Her wiha 7 rojnameger bi tohmeta “sîxurtiyê” û “weşandina belgeyên nepenî yên dewletê” tên dadgehkirin û ji bo wan jî bi giştî 70 sal cezayê girtinê tê xwestin.
61 rojnameger û xebatkarên medyayê bi tohmeta “propagandeya rêxistinê” yan jî “cî dane daxuyaniyên rêxistinê” hatin dadgehkirin û bi giştî 430 sal û ji bo wan 6 meh cezayê girtinê dihat xwestin. 6 ji wan bi giştî bi 10 sal û 7 meh û 2 roj cezayê girtinê hatin cezakirin.
Ji bo 293 rojnamegeran bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “rêveberiya rêxistinê” û “digel ku ne endamê rêxistinê be jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” bi giştî 2 hezar û 917 sal û 6 meh cezayê girtinê tê xwestin. Dozên ji bo 10 kesan hatibû vekirin hîna nû bûn. 4 ji wan bi giştî 48 sal ceza wergirtin û yekî ji wan beraet kir.
4 rojnameger bi îdiaya ku “Gelê Tirk û hêzên emniyetê biçûk xistine” û di çarçoveya Xala 301ê ya TCKyê tên dadgehkirin ku ji bo wan bi temamî 8 sal cezayê girtinê dihat xwestin. Çar rojnameger bi tevahî 2 sal û mehek cezayê girtinê û 3 hezar TL cezayê pareyan wergirtin. Her wiha li hemberî rojnamegerekî hîna nû doz hatiye vekirin.
Ji bo 6 rojnamegeran bi îdiaya ku “pesnê sûcî kiriye” û “teşwîqa sûcan kiriye” bi giştî 18 sal cezayê girtinê tê xwestin. Çar rojnameger bi tohmeta ku “tiştên ku divê veşartî bimînin aşkere kiriye” tên dadgehkirin ku 12 sal ceza tê xwestin ji bo wan. 3 rojnameger bi îdiaya ku “kîn û dijminahiyê ava dike” hatin dadgehkirin û ji bo wan 13 sal û 6 meh cezayê girtinê tê xwestin. Yekî ji wan beraet kir. Rojnamegerek bi hinceta ku “heqaret li bireweriya Ataturkî kiriye” hat dadgehkirin û ji bo wî 4 sal û 6 meh cezayê girtinê dihat xwestin. Di encamê de sal û 3 meh ceza xergirt.
Bi giştî ji bo 464 rojnamegeran 237 cezayên heta hetayê yê girankirî û 3 hezar û 474 salan cezayê girtinê hat xwestin. Dema ku dadgehkirinên derbarê “heqaret” û “heqareta li ser Serokomariyê” li van hejmara bên zêdekirin ji bo 520 rojnameger û nûnerên medyayê bi giştî 237 cezayên heta hetayê yê girankirî û 3 hezar û 672 sal û 6 meh cezayê girtinê tê xwestin.
Heqaret: 31 rojnameger bersûc in
Di serdema Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiye-Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de li 9 rojnamegeran, bi tohmeta “heqaret” kirine doz hatibûn vekirin û 30 sal û 4 meh cezayê girtinê li wan hatin dadgehkirin. Yekî ji wan sal û 5 meh û 15 roj cezayê girtinê wergirt û yekî ji wan jî beraet kir.
Dozên nû: Ji bo 22 xebatkarên medyayê bi daxwaza 51 sal û 4 meh cezayê girtinê doz hat vekirin. 5 rojnameger, 2 rojname, malpereke înternetê û karîkaturîstek bi daxwaza 2 milyon û 790 hezar TL cezayê pareyan hat dadgehkirin. 200 hezar TL ji vê ji hêla dadgehê ve nehat qebûlkirin.
Di heman serdema 2016yê de rojnamegerekî herêmî bi heman tohmetê 7 hezar û 300 TL cezayê pareyan wergirtibû û ji ber sivkatiya li hemberî mafên kesayetiyê jî 10 hezar TL tezmînata manewî rastî cezayê pareyan hatibû. Di heman demê de ji bo 7 rojnamegeran bi giştî 62 sal û 4 meh cezayê girtinê û bi 100 hezar TL cezayê pareyan dihatin dadgehkirin.
Di tevahiya 2016yê de 22 rojnameger û rayedarekî malpereke n3uçeyan bi tohmeta “heqaretê” rastî 8 sal û 2 roj cezayê girtinê û 99 hezar û 670 TL cezayên pareya hatibûn. Li 5 rojnamegeran bi giştî 28 hezar TL cezayê pareyan hatibû birîn. 4 rojnameger ji ber heman tohmetan hatibûn dadgehkirin û beraet kiribûn, doza du rojnamegeran jî di encama Efûkirina bişert de bidawî bûbû.
TCK 299
5 rojnameger ji ber nivîsên ku nivîsandine, nêrînên ku anîne ziman û rexneyên ku kirine di çarçoveya Xala 299ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) sal û 11 meh û 10 roj cezayê girtinê û 42 hezar TL cezayê pareya wergirtin ku cezayên wan hatin bipaşxistin. Xala 299ê derbarê cezayên “heqareta li ser Serokomarî” de ye. Rojnamegerekî di encama dadgehkirinê de beraet kir.
Li hemberî 6 rojnamegeran bi îdiaya ku “heqaret li Serokomar kirine” doz hatin vekirin. Dozên 14 kesan berdewam dikin.
Li gorî vê encamê 20 rojnameger bi giştî di bin gefa 98 sal cezayên girtîgehê de ne. Du rojnameger jî rastî lêpirsînê hatine. Yanî di 3 mehên dawiyê de 28 rojnameger mexdûr, gumanbar an jî bersûcên Erdoganî ne.
2016yê di heman demê de 12 jê rojnameger 16 kes ji ber Xala 299ê 15 sal û 4 roj cezayê girtinê (6 sal û 2 meh jê hatibû bipaşxistin) û 42 hezar TL cezayê pareyan hatibû dayin. 13 jê rojnameger 31 kesan jî di dozên ji ber Xala 299ê beraat kiribûn.
Ji Tebaxa 2014yê, roja ku weke Serokomar hat hilbijartin heta roja me, 34 jê rojnameger herî hindik 35 kesan di çarçoveya xala 299ê de bi giştî 42 sal û 5 meh û 2 roj cezayê girtinê (18 sal û 20 rojên wê hatibû bipaşxistin) û 188 hezar û 500 TL cezayê pareyan wergirtibûn ku Xala 299ê ji bo rexne û îsnadên li ser Erdoganî tê bi kar anîn.
Sansûr û qedexeyên weşanê
Di serdema Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiye-Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de herî hindik 36 malperên nûçeyan û nivîs, 8 karîkatur, 6 pirtûk û 3 rojname rastî sansûrê hatin. Di vê demê de biryara qedexeyê ji bo weşanekê hat standin û herî hindik du bûyerên cuda yên sansûrê çêbûn.
Dadweriya Cezayan a Sulhê gotinên Weqfa Sosyal Dokûyê û îlahiyatnas Nûrettîn Yildizî yekser bi cî anî ku xwestibûn gotina “Dikarin bi zarokên 6 salî re bizewicin” bê sansûrkirin. Her wiha karîkaturên Carlos Latuffî, pirtûka Fehîm Taştekînî ya bi navê “Rojava: Wexta Kurdan”, ya Faysal Dagliyî ya bi navê “Birakûjî (Şerê Navxweyî yê Kurdan)” ya Bariş Pehlîvan û Bariş Terkoglûyî ya bi navê “Mahrem/Di Belgeyên Nepenî de Razên Tirkiyeyê” û hinên din hatin sansûrkirin.
Di heman dema sala 2016yê de herî hindik biryara qedexeyê yan jî biryara qedexeya demkî ji bo 12 weşanan hatibû standin. Dîsa 8 malperên nûçeyan hatibûn sansûrkirin. Di encama KHKyan de 24 saziyên çapemeniyê hatibûn girtin, dest danîbûn ser mal û milkên 54 rojnamegeran. Ji bo du rojnamegerên ku di saziyên çapemeniyê yên navnetewî de kar dikin biryara qedexeyê ya ketina Tirkiyeyê û dersînorkirina ji Tirkiyeyê hatibû standin, karta çapemeniyê ya daimî û kartên du rojnamegeran hatibû betalkirin.
Bêcezayî
Piştî ku Dadgeha Destûrê biryar girt careke din bi rengekî qismî dadgehkirin çêbibe, Doza “Hêviyê” ya ku 25 sal in bi rê ve diçe, ji bo 5 kesên girtî berdewam dike. Dadgehkirina derbarê kuştina rojnameger Haydar Merîçî de, ya derbarê êrîşên di 6 û 8ê Îlanê ya 2015yê de li ser rojnameya Hurriyetê de, doza serdegirtinê ya şeva derbeyê ya li ser Koma Medyayê ya Doganê, dagirkirina avahiya TRTyê li Harbiyeyê ya şeva hewldana derbeyê de û qutkirina weşana A Haberê berdewam dike.
Doza derbarê 59 kesan de jî berdewam dike ku bi hinceta “li ser navê FETOyê li parlamenteran, karmend û rojnameger bi awayekî dijhiqûqî guhdar kirine” hatibû vekirin. Doza êrîşa li ser rojnameger Alî Bayramoglûyî jî wê meha Sibatê dest pê bike ku piştî biryar girtibû dest ji nivîskariya rojnameya “Yenî Şafakê” berde û wê di Referandûmê de dengê Na bide, rastî êrîşê hatibû.
Piştî êrîşa li ser Midûriyeta Emniyetê ya Midyatê nêzîkî 10 rojnamegerên li ciyê bûyerê nûçe dişopandin rastî êrîşa hêzên ewlehiyê yên fermî û komekê hatibûn. Lê kesên êrişî wan kiribûn 19 meh in nehatina cezakirin. Ji ber ku RTUKê weşana wê ya li ser peyka Turksatê dabû sekinandin, Yol TVyê serî li Dadgeha Îdareyê dabû û ev doz berdewam dike. Ahmet Barakat gumanbarê kuştina Orouba Barakat çalakvana muxalif a Sûriyeyî û keça wê ya rojnamger Halla Barakat ê li Bûrsayê hatibû girtin.
46 rojnameger ji kar hatin derxistin
Di serdema Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiye-Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de 46 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin derxistin, neçar hatin hiştin ku ji kar derkevin yan jî ji ber ku bernameyên amade dikirin / pêşkêş dikirin hatin bidawîkirin ji kar hatin derxistin. Li hêla din, 4 xebatkarên berê yên Koma Sputnik Tirkiyeyê dozên vegera kar vekirin.
Di heman serdema 2016yê de di encama ragihandinên Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) saziyên medyayê hatibûn girtin û nêzîkî 2 hezar û 500 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatibûn derxistin. Di tevahiya salê de bi giştî 2 hezar û 708 rojnameger û xebatkarên medyayê bêkar mabûn. Lê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) aşkere kiribû ku di encama KHKyan de 179 saziyên medyayê û weşan hatine girtin û 10 hezar kes bêkar mane.
RTUK
Lijneya Bilind a Radyo Televizyonê (RTUK), di serdema Çiriya Pêşiyê-Çiriya Paşiye-Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de ji ber weşanên weke nûçe, film û programan 19 cezayê programê û 20 cezayê pareyan da saziyên Televizyonan, lê di heman demê de ti ceza neda saziyên radyoyan. Saziyê bi giştî 13 caran cezayê sekinandina programan û 5 milyon û 657 hezar û 740 TL cezayê pareyan wergirtine.
Di heman serdemên sala 2016yê de 6 cezayên hişyariyê, 11 cezayên pareyan dabûn saziyên televizyonan, cezayeke hişyariyê û 5 cezayên pareyan dabûn saziyên radyoyan. Lijneyê bi giştî milyonek û 559 hezar û 955 TL cezayê pareyan dabûn saziyên radyo û televizyonan. Di vê serdemê de cezayên herî giran ji ber ku “Tirkî bi rengekî nehêja bikaranîne” û ji ber “weşanên biçûkxistî” hatibûn dayin.
Lijneyê di tevahiya sala 2016yê de 50 cezayên hişyariyê, 112 cezayên pareyan û 2 cezayên sekinandina weşanê dabûn televizyonan, 7 cezayên hişyariyê û 11 cezayên pareyan jî dabûn radyoyan. Di vê salê de 15 milyon û 907 hezar û 627 TL cezayên pareyan dabûn saziyan. (EÖ/APA/MB/FD)