
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Die Weltê ragihand ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê nêrîna xwe ya derbarê dadgehkirina nûçegîhanê wan Denîz Yucelî de ji Dadgeha Destûrê re şandiye. Yucelî di 14yê Sibatê ya 2017yê de hatibû desteserkirin û piştî bi du hefteyan hatibû girtin.
Li gorî zanyariyên ji Wezareta Dadê hatine standin, Wezaretê tohmet û hincetên derbarê girtina Yucelî de dubare kirine.
Li gorî nûçeya Die Weltê Wezaretê diyar kiriye û gotiye guman hene ku Yucelî “propagandeya rêxistina terorê ya çekdar kiriye” û “gel teşwîqî nefret û dijminahiyê kiriye” û hatiye îdiakirin ku delîlên berbiçav ên vî tiştî hene.
Dadgeha Destûrî wê biryarê bide
Di nûçeya rojnameyê de hatiye destnîşankirin ku Wezareta Dadê di bersiva xwe de balkişandiye ser nûçeyeke Yucelî ya di rojnameya Die Weltê de hatiye belavkirin. Lê Wezaretê delîl û îdiayên nû yên derbarê Yucelî de pêşkêş nekiriye.
Dadgeha Destûrî ji bo bersivê du hefte dem dabû Wezaretê. Piştî ku parêzerên Yucelî jî bersiva xwe pêşkêş bikin çavlirêye ku Dadgeh biryara xwe ya derbarê Yucelî de bide.
Rojnameya Die Welt ji bo ku nûçegîhanê wan serbest bimîne her roj bangewaziyê dike.
Wezaretê heman nêrîna xwe pêşkêşî DMMEyê jî kiribû
Piştî ku Denîz Yucel hatibû girtin parêzerên wî li hemberî biryarê daxwazname pêşkêşî dadgeha ku biryara girtinê dabû kiribûn lê daxwaza wan nehatibû qebûlkirin.
Li ser vê yekê mafê serlêdana Dadgeha Destûrê ketibû destê parêzeran. Her wiha parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn û dadgehê bersiv ji Tirkiyeyê xwestibû.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê heman bersiv ji DMMEyê re jî şandibû. (PT)
* Çavkanî: Deutsche Welle Tirkî
Nivîsên Pirxwendî Yên Îro
-
Li Şirnexê leşkerek miriye 24 Nîsan 2018
-
Li Semsûrê erd hejiya 24 Nîsan 2018
-
Jimara Duyem ya Derwazeyê derketiye 24 Nîsan 2018
-
8emîn daneşîna doza rojnameya Cûmhûriyetê dest pê kir 24 Nîsan 2018