Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya salê ya derbarê rojnamegerên hatine kuştin, hatine girtin, rehîn hatine standin û yên winda de aşkere kir.
Li gorî raporê sala 2017yê 65 rojnameger hatine kuştin, 326 rojnameger hatine girtin, 54 rojnameger rehîn hatine girtin û du rojnameger jî winda ne.
Rojnamegerên ku hatine kuştin
Di raporê de bi kurtasî ev tişt hatine gotin:
* Ji sedî 55 rojnamegerên ku hatine kuştin mêr in, ji sedî 10ên wan jin in.
* 39 rojnamegerên ku hatine kuştin bi zanebûn bûne hedef, 16 ji wan di dema şopandina nûçeyê de hatine kuştin. 58 ji wan di saziyên netewî, 7 ji wan di yên herêmî de kar dikirin. 35 rojnameger li qada şer hatine kuştin.
* Di 15 salên dawiyê de 35 rojnameger hatine kuştin. 12 ji wan li Sûriyeyê, 11 li Meksîkayê, 9 li Afganîstanê, 8 li Iraqê û 4 jî li Filipînan hatine kuştin.
Herî kêm sala 2017yê rojnameger hatine kuştin
* Sala 2017yê di nava 14 salên dawiyê de salek wisa bû ku hejmara rojnamegerên ku hatine kuştin di asta herî kêm de ye. RSFyê di rapora xwe de derbarê vê mijarê de wiha nirxandin kiriye: “Sedema ketina vê hejmarê ew e ku ji bo ewlehiya rojnamegeran saziyên civaka sivîl ên navdewletî kampanya meşandine, zêdebûna perwerdeya ewlehiyê ya ji bo rojnamegeran, statuyên ku ji bo rojnamegerên serbest kar dikin û encamên Hevalbendiya Çanda Ewlekariyê (A Culture of Safety –ACOS) ku ev sazî sala 2105yê ji hêla dezgehên medyayê yên mezin ve hatiye avakirin.”
Rojnamegerên ku hatine girtin
* Di hejmara rojnamegerên girtî de Tirkiye di nava 5 welatên pêşiyê de cî girtiye. Li gorî raporê li Çînê 52 rojnameger, il Tirkiyeyê 43, li Sûriyeyê 24, li Îranê 23 û li Wîetnamê 19 rojnameger hatine girtin.
* Di raporê de ji bo Tirkiyeyê hatiye gotin ku; “Tirkiye di wî tiştî de berdewam dike ku ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin a cîhanê ye.”
Denîz Yucel ji bo “bibe mînak” girti ye
* Rapor balê dikişîne ser wî tiştî ku hin rojnameger bi taybetî ne ji bo karên xwe lê rejîmên otorîteryan dixwazen bi kuştina wan mesajekê bide rojnamegeran ango wan bikin mînak. RSFyê di nava van da nûçegîhanê Die Weltê Denîz Yucelî jî dinirxîne ku li Tirkiyeyê girtî ye. Di raporê de wiha hatiye gotin; “Denîz Yucel ê ku ji Kanûna Paşiyê ya 2017yê û vir ve girtî ye, bûye qurbaniyê wî şerê ku ew jê ne berpirsiyar e.”
* Di raporê de hatiye gotin ku bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15yê Tîrmeha 2016yê “şûna prensîbên dewleta hiqûqê biryarên kêfî girtiye”. Hat diyar kirin ku rexnekirina li hikûmetê yan jî têkiliya bi hin çavkaniyên hesas re dibe sedem ku rojnameger bi sûcdariya piştevaniya bi terorê re werin girtin. Raporê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê rojnameger bi awayekî sîstematîk demeke dirêj girtî dimînin û bêyî biryara dadgehê tên cezakirin û rojnamegerên ku piştî hewldana darbeyê hatine girtin nêzîkû sal û nîvê di girtîgehê de ne.
Rojnameger rehîn hatine girtin
* Rapor destnîşan dike ku 44 rojnamegerên profesyonel, 7 kesên ku rojnamegeriya welatiyan dikin û 3 xebatkarên medyayê rehîn hatine girtin.
* Ji sedî 98 rojnamegerên ku rehîn hatine standin mêr in, ji sedî 2 jî jin in. Ji sedî 85 di medyaya netewî de, ji sedî 15 jî di medyaya herêmî de kar dikirin.
* 29 rojnameger li Sûriyeyê, 12 li Yemenê, 11 li Iraqê û 2 jî li Ûkraynayê rehîn hatine girtin.
* Di raporê de hatiye destnîşankirin ku “Rojhilata Navîn hîna jî ji bo rojnamegeran herêma herî bixeter e.”
* Di raporê de hatiye gotin ku, “Li Sûriye û Iraqê 40 rojnamger di destê rêxistinên Islamîst ên tundrew ên weke DAIŞ û El Nûsrayê re ne.”
* Komên ku rojnameger rehîn girtine wiha ne; Dewleta Islamî (22), Hûtû (11), komên herêmî yên weke El Nûsra û El Qaîde.
Du rojnameger winda ne
Di raporê de wiha behsa rojnamegerên ku winda ne hatiye kirin:
* Samar Abbas ji 7ê Kanûna Paşiyê ya 2017yê ve li Pakîstanê winda ye.
* Utpal Das ji 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê ve li Bangladeşê winda ye.
Ji bo berfirehiya raporê bitikîne (EA/FD)