Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Carlos Latuffî karîkaturîstê Brezîlî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku parêzerên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Tayyîp Erdoganî daxwaz ji Twitterê kirine ku karîkaturên wî werin astengkirin.
Latuffî biryara astengkiriyê ya li ser daxwaza Erdoganî hatiye serxistin, li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kir.
Erdoğan'ın avukatları içinde 11 karikatürümün yer aldığı 80 içeriğin internetten kaldırılması için @Twitter'a yasal baskı yapıyor ki bu düpedüz bir sansür girişimidir.Türk demokrasisi bu mudur?Erdoğan Türklerin karikatürlerime erişmesini neden istemiyor? Erdoğan'ın korkusu nedir? pic.twitter.com/TYwHXrdqai
— Carlos Latuff (@LatuffCartoons) December 18, 2017
Latuff di parvekirina xwe de got: “Parêzerên Erdoganî 11 karîkaturên min jî di nav de ji bo 80 parvekirin ji înternetê bên rakirin, fişara yasayî li Twitterê dike ku ev rasterast hewldana sansurê ye. Ma ev e demokrasiya Tirkan? Çima Erdogan naxwaze Tirk karîkaturên min bibînin? Tirsa Erdoganî çiye?”
Karîkaturîst Latuffî paşê jî hin karîkaturên xwe par ve kir û got, “Ev in karîkaturên ku Erdogan naxwaze Tirk wan bibînin.”
Bunlar Erdoğan'ın Türklerin görmesini istemediği karikatürlerden birkaçı
— Carlos Latuff (@LatuffCartoons) December 18, 2017
These are some of the cartoons Erdogan don't want Turks to see!
(1/2) pic.twitter.com/kJz1MzTdqP
Derbarê Lattufî de
Karîkaturîstê Brezilî.
30ê Çiriya Paşiyê ya 1968ê li Rio de Janeiroyê ji dayik bûye. Çepgir e û bi karîkaturên xwe yên muxalif tê naskirin.
Di “Pêşbirka karîkaturan a Navnetewî ya bi mijara Holokostê hatiye çêkirin” sala 2006yê li Tehranê xelata duyem standiye.
Derbarê pevçûna Israîl û Filistînê û serhildanên Ereban de karîkatûran çêdike û yek ji wan navan e ku herî zêde hikûmeta AKPyê û Erdoganî rexne dike. (EA/FD)