Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Selman Keleş Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ya di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û rojnameger Arîf Aslan xebatkarê Şaredariya Rêya Armûşê (İpekyolû) di daneşîna pêşiyê ya dadgehê de hatin tehliyekirin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, daneşîna pêşiyê ya Keleş û Aslanî duh li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi rê ve çû ku 8 meh in girtî bûn.
Keleş, Aslan û parêzerên wan Bariş Oflaz û Cîhat Dûrmaz beşdarî daneşînê bûn.
Keleş: Ji ber ku ez Kurd im û rojnamegerekî muxalif im li vir im
Pîştî nasnameyên wan rojnameger Keleşî xwe bi Kurdî parast. Keleşî got ku wê blokên beton ên li derdora avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku kayûm hatibû tayînkirin ji bo wê, ne bi rengekî weşartî lê aşkere kişandiye û wiha berdewam kir:
“Ji ber ku ez Kurd im û ya duyem jî ji ber ku ez rojnamegerekî muxalif im li vir im. Mîna fotografên ku di kameraya min de derketine, ji hêla hemû nûçegîhanên ku li herêmê kar dikin hatiye kişandin. Ez daxwaza tehliye û beraeta xwe dikim.
Aslan jî daxwaza tehliyeya xwe kir
Piştî Keleşî Aslan axivî û got ku wî ji bo nûçeyê wêneyên bariyerên beton ên li ber şaredariyê kişandiye: “Ez ji sala 2014yê û pê de li buroya çapemeniyê ya Şaredariya Rêya Armûşê kar dikim. 8 meh in ku girtî me. Ez daxwaza tehliyeya xwe dikim.”
Bariş Oflas parêzerê Keleşî diyar kir ku heke dora şaredariyekê bi blokên betonê were hûnandin ev dibe nûçe û rojnamegerek jî bi çêkirina nûçeya vê bûyerê wezîfedar e û daxwaza tehliyeya muwekîlê xwe kir. Umît Dede, parêzerê Aslanî got ku Aslan jî Keleş jî rojnameger in û li holê sûc nîne.
Daneşîna duyemîn di 22yê Sibatê de ye
Dozger piştî parastina her du rojnamegeran daxwaz kir ku Keleş û Aslan girtî bimînin. Heyeta dadgehê biryara tehliyeya Keleş û Aslanî da.
Doz wê di 22yê Sibata 2018yê de berdew bike.
Çi bûbû?
Keleş û Aslan di 20ê Adara 2017yê de dema li derdora Şaredariya Bajarê Mezin dîmen dikişandin, bi îdiaya “gumanbariya endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin û polîsan dest danîbûn ser kelûpelên wan ên rojnamegeriyê.
Her du rojnameger 30ê Adarê ji hêla dadgehê ve hatibûn girtin. (EA/FD)