Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di doza Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cumhuriyet.com.tryê Ogûz Guvenî dihat dadgehkirin de biryar hat standin. Doz bi hinceta ku li ser hesabê Twitterê yê rojnameya Cûmhûriyetê, parvekirina ji bo nûçeya derbarê mirina Mûstafa Alper, Serdozgerê Komarî yê Denizliyê hatibû hatibû vekirin.
Guven bi “propagandeya FETOyê” hat sûcdarkirin û 3 sal û 32 roj cezayê girtinê lê hat birîn. Ceza nehat bipaşdexistin.
Doz li 28emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çû û Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, karîkaturîstê Cûmhûriyetê Mûsa Kart, ji Sendîkaya Basin İş a DİSKê Alp Tekîn Babaç, Sekretera Giştî ya Komeleya Rojnamegerên Tirkiyeyê Sîbel Guneş, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî yê Stenbolê Bariş Yarkadaş û dostên Guvenî ên rojnameger doz şopandin.
Parêzerên Guvenî wê îtirazê li biryarê bikin.
Çi bûbû?
Ji ber nûçeyeke derbarê mirina Mûstafa Alper Serdozgerê Komarî yê Denîzliyê lêpirsîna Ogûz Guvenî hatibû vekirin ku Serdozger di encama qezaya trafîkê de miribû. Nûçe bi sernavê “Kamyonê Mûstafa Alper birî ku Serdozgerê îdianameya yekê ya FETOyê amade kiribû” hatibû parvekirin lê di demeke kurt de ev sernav hatibû guhertin.
Lê derbarê Guvenî de bi kirina “propagandeya rêxistina terorê (FETO)” û “heqareta li bîranîna kesayetî” lêpirsîn hat vekirin. Guven 12ê Gulanê hat desteserkirin û 15yê Gulanê hat girtin, 14yê Hezîranê jî tehliye bû. (EA/FD)