Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Saziya ramanê ya DYAyê Freedom Housê sînorkirin û qedexeyên li ser înternetê li 65 welatan lêkolîn kir.
Di raporê de hat diyarkirin ku “Li 32 welatan azadiya înternetê li gorî sala derbasbûyî ber bi xirabiyê ve çûye. Ûkrayna, Misir û Tirkiye welatên ku herî zêde bipaşketin lê çêbûye”.
Li Fransa, Ingiltere û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî azadiya înternetê bi paş de çûye. Li 13 welatan azadiya înternetê pêş ketiye.
Li gorî raporê 21 welatên ku “ne xwedî azadiya înternetê ne”
Şêweyên binpêkirinê wiha ne
Di raporê de şêweyên sereke yên di binpêkirina azadiya înternetê de tên bikaranîn wiha hatine rêzkirin:
* Xebatên mobîlê ji hêla dewletan ve hatine sînordarkirine,
* Gelek hikûmetan weşanên vîdeoyê yên zindî astengkirine,
* Êrîşên teknîk ên li ser mafparêz, muxalif û saziyên medyayê zêde bûne,
* Sînorên nû ji bo VPNan hatine danîn,
* Êrîşên fizîkî yên li ser welatiyên înternetê (netîzen) û rojnamegerên înternetê bi rengê dilêş zêde bûne.
“Nûçeyên derew” û manîpulasyon
Di raporê de “nûçeyên derew” û manîpulasyona online bi rengekî berfireh cî girtiye:
Di raporê de hatiye gotin ku “Sala borî manîpulasyon û dezenformasyon di hilbijartinên li 17 welatan roleke gelekî girîng lîstiye, zerar gihiştiye şiyana hilbijartinê ya welatiyan ku li gorî nûçe û nîqaşên rast karibin serokên xwe hilbijêrin” û ji bo vê jî mînakên DYA, Venezûela, Tirkiye û Filipînan hatiye dayin.
Li gorî vî tiştî, ji 65 welatên ku di raporê de behsa wan hatiye kirin li 33 welatan medyaya alîgirê hikûmetan, li 30 welatan şîrovekarên alîgirên hikûmetan yên bi pere, li 20 welatan robotên siyasî, li 16 welatan nûçeyên derew yên derbarê hilbijartinan de û li 10 welatan jî hesabên ku hatine bidestxistin di manîpulasyonê de bibandor bûne.
Saziyê destnîşan kiriye ku herî kêm li 9 welatan hackerên ku têkildarî hikûmet an jî partiya desthilatdar ne hesabên medyaya civakî û malperên înternetê bidest xistine û dezenformasyon belav kirine.
“Artêşên manîpulasyonê”
Freedom Housê behsa komên bi navê “Artêşên Manîpulasyonê” dike ku ji bo dezenformasyonê belav bikin û şêweyê bidin nîqaşên siyasî hikûmet piştgiriya wan dikin û van zanyariyan derbarê wan de dide:
* Endamên “artêşa klavyeyê” yên li Filipînan ji bo pesindana Serok Rodrigo Duterteyî rojane 10 dolaran qezenc dikin.
* Li Tirkiyeyê 60 hezar troll nîqaşên onlîne manîpule dikin ku ji hêla AKPyê ve hatine sazkirin,.
* Di çarçoveya hilbijartinên Fransayê yên 2017yê de Facebookê 30 hezar hesab girtiye.
* Li Meksîkayê 30 hezar hesabên otomatîk ên ku bi navê "Peñabot" tên naskirin ji bo dengê muxalifan li ser Twitterê qut bike kar dike.
* Li Taylandê ji bo ku çavdêriya kesên tevgerên gefê li ewlehiya netewî dixwin bikin, 120 hezar xwendekar weke “rêçgerên sîberê” hatine perwerdekirin.
* Ajansa Lêkolînên Internetê ya li Rûsyayê ji bo ‘çewlika trollan” 400 hezar budçe veqetandiye.
Tirkiye
Di raporê de derbarê Tirkiyeyê de ev zanyarî tên dayin:
Di raporê de bal kişandine ser operasyonên ByLockê yên piştî hewldana derbeya 15yê Tîrmehê û hatiye gotin ku “Bi hezaran xwediyên telefonên hişmend, tenê ji ber ku sepana ByLockê ya peyamên bi krîpto daxistine telefonên xwe hatine desteserkirin. Sepan li ser Apple û Google Storê ji civakê re vekirî bû her kesê ku bixwesta dikarîbû daxista”.
“WhatsApp hat girankirin”
Di mijara girankirina bi zanebûn an jî sînorkirina înternetê de mînakên ji Tirkiyeyê di raporê de cî girtin:
Di raporê de hatiye gotin ku “Di wan deman de hikûmetê gîhaniya sepana WhatsAppê yan giran kir an jî bi temamî girt ku di wateya siyasî de ji bo hikûmetê demên zehmet bûn” û hatiye diyarkirin ku rêyên gîhaniya torên sanal ên bi alîkariya VPNan jî ji hêla hikûmetê ve hatine girtin.
Ji bo hemû raporê bitikînin (PT/HK/FD)