Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di gel rojnamegerê Singapurî La Hon Meng û yê Malezyayî Mok Choy Linî, ajovanê Myanmarî Hla Tin û rojnagerê herêmî aung Naing Soe ên ji bo TRT Worldê kar dikin, di 27ê Çiriya Pêşiyê de bi îdiaya ku li derdora parlamentoyê bi dronê d3imen girtine hatibûn desteserkirin. Her çar kes li paytext Nepidoyê derketin pêşberî dadgehê.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê (AA) spartiye Saan Aung rayedarê emniyeta Myanmarê ji bo her yek ji van kesan 2 meh ceza hatiye dayin.
Aungî gotiye, rojnameger di 16yê Çiriya Paşiyê de di çarçoveya Yaseya Hinardekirin û û Derhanînê de ji ber sûcê ku drona bêdestûr xistine welêt wê careke din derkevin pêşberî dadwer.
Dibe ku rojnameger heta 3 salan ceza bixwin an jî cezayê pare ji bo wan bê dayin.
Çi bûbû?
Di gel rojnamegerê Singapurî La Hon Meng û yê Malezyayî Mok Choy Linî, ajovanê Myanmarî Hla Tin û rojnagerê herêmî aung Naing Soe ên ji bo TRT Worldê kar dikin, di 27ê Çiriya Pêşiyê de bi îdiaya ku li derdora parlamentoyê bi dronê d3imen girtine hatibûn desteserkirin.
Rojnameger bi wî sûcî hatibûn sûcdarkirin ku “ji derveyî welêt bêdestûr dronê bixin nava Myanmarê”.
Piştî desteserkirinê polîsan bi ser mala Soeyî ya li Yangonê de girtibû û dest danîbû ser komputera wî.
Piştî desteserkirina rojnamegeran bi çar rojan TRT Worldê daxuyaniyek belav kiribû û diyar kiribû ku ji bo kişandina dîmenan Wezareta Enformasyonê ya Myanmarê ji berê de hatibû agahdarkirin.
Herwiha hatibû gotin ku, “Ekîba me piştî hevpeyvîn bi endamekî parlamentoyê re kiriye, xwestine dîmenê avahiya parlamentoyê ya li paytextê bi dronê bikişînin. Beriya ku dronê bidin firîn ji hêla rayedarên ewlehiyê ve hatine destesirkirin.” (EA/FD)