Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikine
Înîsiyatîfa Rojnamegerên li Derve bangewaziyê beşdariyê ji bo doza çarem a Rojnameya Cumhuriyetê û rojnameya Özgür Gündemê kirin. Rojnameger ji bo vê bangewaziyê li Kadikoyê meşek li dar xistin.
Meş li Parka Mehmet Ayvalitaşî dest pê kir û li ber Peykerê Gayî bi dawî hat. Rojnameger di dema meşê de sloganên “Niha Edalet”, û “Ji bo edaletê ji bo azadiyê were” berz kirin.
Li ber peykerê Gayî li ser navê beşdaran ji Înîsiyatîfa Rojnamegerên li Derve Gülşah Karadağê metna hevbeş xwend.
Karadağê got, “Dîlgirtina rojnamegeran ji bo veşartina rastiyê û derew dernekevin derve ye. Ji bo binpêkirina maf, hiqûq û edaletê ye. Ji bo pêşî li îşkencekaran vekin, ji bo jibîrkirina sedema qetilkirina zarokên me û em hesap ji kujeran nepirsin e.”
Karadağê diyar kir ku ev rastiya jiyanê ne û ji ber van sedeman Tirkiye welatekî wisa ye ku xwedî girtîgeha rojnamegeran a herî mezin e. Karadağê got, “Êdî bes e em dixwazin bêhna xwe bistînin”.
Karadağê destnîşan kir ku “Em ne neçar in vê rewşa dîlgirtinê qebûl bikin” û bi gotinên “Heke hûn jî wiha difikirin, em dikarin bi hev re şahidiyê ji bo dazên Cumhuriyet û Özgür Gündemê bikin ku wê di 31yê Çiriya Pêşiyê dê bi rê ve biçin” banga beşdariya daneşînên Cumhuriyet û Özgür Gündemê kir. (BC/EKN/FD)
* Fotograf: Büşra Cebeci