Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûçegîhanê Rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik 300 roj in ku ji azadiya xwe mehrûm maye.
Koma Rojnamegerên li Derve û kesên azadiya çapemeniyê diparêzin bal kişandin ser rewşa Şikî kû 300 roj in girtî ye. Rojnamegeran her wiha banga beşdariya meşa di 28ê Çiriya Pêşiyê de kirin ku li Kadikoyê wê çêbibe.
Rojnamegerên li Derve beriya doza Rojnameya Cumhuriyetê ya di 31ê Çiriya Pêşiyê de wê meşekê li dar bixin.
Meş wê di 28ê Çiriya Pêşiyê roja Şemiyê saet 12.00ê de ji Qada Mehmet Ayvalitaşî ya li Kadikoyê dest pê bike û bangewaziya ji bo beşdariya meşê bi slogana “Ji bo edaletê were, ji bo azadiyê were, dest bi dest were” tê kirin.
* Rojnamegerên li Derve: Dema rojnameger Ahmet Şik sala 2011yê di doza OdaTVyê de hat girtin, înîsiyatîfa bi navê “Hevalên Ahmet û Nedîmî (ANGA)” ji bo rojnamegerên girtî çalakî lidar xistin. Piştî salekê ku Şik û Şener serbest man, înîsiyatîf bi navê “Rojnamegerên li Derve” xebatên xwe berdewam kirin. Înîsiyatîf ji bo hempîşeyên xwe yên di doza ODATVyê, doza çapemeniyê ya KCKyê û niha jî ji bo yên di doza Rojnameya Cumhuriyetê de girtî ne çalakiyan birêve dibin. (EA/FD)