Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan li Stenbolê bi operasyonekê 16 kes desteser kirin di nav wan de du rojnameger û du parêzer jî hene.
Polîsan bi ser Ezilenlerin Hukuk Bürosu(Bûroya Hiqûqê ya Bindestan) de girtiye û ew kesên li wê derê li odeyekê kom kirine û dest bi lêgerînê kirine.
Bixwîne - Derbarê 7 rojnamegeran de îdianame hat amadekirin
Herdu parêzerên Ozlem Gûmûştaş û Sezîn Uçar û herdu nûçegihanên ETHAyê(Ajansa Nûçeyan a Etkinê) Ismînaz Temel û Havva Çuntan li navenda polîsan desteserkirî ne.
Bûroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku polîsan dest danine ser kompîter û kelûpelên şexsî yên parêzeran.(AS/MB)