Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Saziya Teknolojiyên Zanyarîyanû Ragihandinê(BTK) weşana Gazete Şûjinê asteng kir. Şûjinê eşkere kir ku ew ê weşana xwe bidomîne.
Şûjinê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kr û nivîsî:
“Bi nîyeta bibe Şûjineka li biryara BTKyê em ê weşana xwe bidomînin.”
Gazete #Şûjin'in web sitesi, BTK tarafından erişime engellendi. BTK'nın engeline çuvaldız niyetine, haberlerimiz devam ediyor. @GazeteSujin pic.twitter.com/fde6M54Mrg
— Gazete Şûjin (@GazeteSujin) June 15, 2017
BTKyê eşkere kiriye ku “ji bo tedbîra îdarî weşana malpera gazetesujin.com-ê hatiye astengkirin.
Şûjin
Malpera Gazete Şûjinê bi herdu zaravayên Soranî û Kurmancî û bi zimanên Ingilîzî, Tirkî û Erebî weşanê dike
Gazete Şûjinê xwe weha daye nasîn:
“Jinên bêyî ku bifikirin ka mêr dê çi bibêjin, çekên propagandaya mêrperestan ên zayendparêz û seksîst tine dihesibînin dê şûjinekê di nav medyaya serdest de bike.”
Di malperê de nûçeyên rojane, nivîsên ji qelema jinan, dosye-nûçe, portreyên jinan, minaqeşeyên li ser jineolojiyê û femînîzmê hene.
Koma Şûjinê daxuyaniyeka bi vî rengî daye:
“Şûjin sînorên ‘jina meqûl’ a medyaya dewletê nas nake.
“Em da ku bibin şûjineka di nav zimanê medyayê de, em bi Şûjinê ketin ser vê rêyê. Em ê wek mejiyê mêrperestan paşnavan(navê malbatê) nenivîsin û navan bi xwe [bêyî navê malbatê] wek kesane ber bi çav bikin.
“Em hebûn, em hene, em ê hebin”
Tekane ajansa nûçeyan a jinan hatibû girtin. Ajansa nûçeyan a jinan a pêşiyê û tekane ajansa jinan Tirkiyeyê, JINHA di 29ê Çiriya Pêşiyê de bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnan de ya 675ê hatibû girtin. (TP/EA/MB)