Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û bianet bang li namzetên rojnamegeriyê yên ciwan dike ku di wê dema ku xwe amade dikin ji bo gavê bavêjin nava jiyana kar de, serî li programa Ji Dibistanan Ber Bi Odeyên Nûçenivîsînê Ve (OHO) bidin.
OHO ya ku îsal cara 10ê ye lidar dikeve wê di navbera 1 û 9ê Tîrmeha 2017an de li Stenbolê birêve biçe.
Serlêdanên bernameyê ji Tirkiyeyê û Qibrisa Bakur ji bo xwendekarên ji pola 3yê derbasî beşa 4ê dibin ên beşa rojnamegerî û radyo televizyonê yên fakulteyên ragihandinê vekiriye.
Ji bo serlêdanan roja dawî 26ê Gulanê ye. Juriya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê wê serlêdanan bi wî awayî binirxînin ku ji her fakulteyekî xwendekarek wê bê hilbijartin û encam dê di 2yê Hezîranê de bên aşkerekirin.
Di rojên OHOyê de, rojnamegerên ji beşên cuda cuda yên medyaya belavbûyî, akademisyenên ragihandinê û nûnerên rêxistinên mafparêz wê bi rojnamegerên ciwan re werin ba hev.
Di çarçoveya bernameyê de li atolyeyan rojnameger, akademisyen û rêxistinên mafparêz di mijarên “Rojnamegerî, Feraseta Nûçegîhaniyê, Etîk, Rojnamegeriya Aştîxwaziyê, Mafên Xebatê yên Nûçegîhanan, Rêxistinên Mafparêz, Medyaya Civakî, Gotinên Nefretê, Çavkaniyên Nûçeyan ên Alternatîf, Nûçegîhaniya Hemwelatîbûnê” de wê gotaran pêşkêş bikin.
Piştî bernameyê rojnamegerên ciwan dê digel rojnamegerên xwedîtecrûbe rojnameyeka dîjîtal çêbikin. Beşdar dê sertifikaya beşdariyê bistînin.
Ajansa Geşepêdanê ya Swêdê(SIDA) dê mesrefên beşdaran yên çûn-û-hatinê, manê û xwarinê bide.
OHOyê 246 kes li medyakaran zêde kirine
OHOyê di salên 2007-2016ê de ji fakulteyên ragihandinên yên Tirkiyeyê û Qibrisa Bakur 246 xwendekarên beşa ragihandinê yên ciwan li medyakaran zêde kirine.
Li bernameyê 132 rojnameger, akademîsyen û berpirsên rêxistinên mafparêz bi ciwanan re civîyan û gotar pêşkêş kirin.
Bi bernameya OHOyê beşdar çûne serdana 49 rojname, radyo, televizyon û rêxistinên parastina mafan.
Digel van tiştan pirtûka 14. ya bi navê ‘’ Destpêka Rojnamegeriyê’’ ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê bû berhemeke din ya bernameyê ku di 2013ê de çapa wê ya 2. Hat çêkirin.
*Ji bo serîlêdana bernameyê forma serîlêdanê ji navnîşana [email protected] re bişînin.
Forma bi zimanê Tirkî: Başvuru Formu (BA/FD)