Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Turkey Blocks raporên li ser pêvajoya astengkirina înternetê diweşîne. Ji bo ku Turkey Blocksê piştgiriya zelaliya dîjîtal kiriye Index on Censorship 2017ê Xelata Azadiya Xwe-Îfadekirinê da wê.
Alp Toker û Işik Materê xelat stand.
Karîkatûrîstê ji Komara Gelî ya Çînê, Rebel Pepperî mafparêzê ji Rûsyayê Ildar Dadîn û edîtorê berê yê Maldive Independentê Zaheena Rasheedê xelat standin.
Turkey Blocks
Rêxistineka serbixwe ye ku li ser astengkirina înternetê û zelaliya agahiyên dîjîtal raporan amade dike.
Index on Censorship
Rêxistineka azadiya xwe-îfadekirinê ye ku navenda wê li Londonê ye. Ew di sala 1972yê de hatiye avakirin. (EA/MB)