Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Yek ji edîtorên berê bianet/Kurdîyê bi îdiaya “endambûna rêxistinê” hat dadakirin. Li Dadgeha Cezayên Giran a 2. Bilîsê rûniştina 5. ya dadkirinê pêk hat. Dadgehê bi xala 314/2yê TCKyê [bi endambûna rêxistina terorî] 6 sal û 3 meh cezayê girtinê da Onalî.
Dozgerê bi navê Nedîm Ozbey, di lêpirsînê de diyar kir ku Onalî digel sitrana “Oremarê” govend girêdaye û beşdarî daxuyaniya li ser zimanê dayikê bûye.
Dadgeha Cezayên Giran a 2. Bilîsê li ser lêpirsîna navborî dest bi dadkirinê kir.
Onal: Dadkirin li gor konjonktûrê ye
Onalî ji bianetê re got:
“Ez difikirim ku di dema lêpirsînê û dadkirinê de bi temamî li gor konjonktûrê biryar hatiye dayin. Ji xwe biryara hatî dayin jî vê yekê ispat dike. Min rojnamegerî kir. Min bi wî zimanî kir ku dewlet wî hezim nake û bi deh salan ew qedexe kiriye. Min daxwazên herî mirovane, bi rêyên demokratîk û bi azadiya xwe-îfadekirinê diyar kirin.
“Di sala 2015ê de, ji wê hikûmeta ku li ber çavên dinyayê bajarên kurdan şewitand û roxand, parlamenterên bi milyonan kesan deng dabûyê girtin, rojnameger girtin, organên medyayê girtin û qedexe kirin, nayê hêvîkirin ku ew li gor normên navneteweyî yên hiqûqê biryarê bide. Di vê konjonktûrê de gotina navê kurdan jî têrê dike ku mirov ji desthilatê re bibe armanc.
“Biryara ku ji ber govend-girêdana îdeolojîk û daxuyaniya ji bo zimanê zikmakî hatî dayin biryareka der-aqilan e. Ev biryara dadgehê dayî nîşan dide ka li Tirkiyeyê rêzikên hiqûqa navneteweyî çi qasê tê binpêkirin. Li ser vê yekê bersiva min ev e: Baş e ku ez mafparêz im, rojnameger im û bûme mamoste.”
Îfadeya şahidî hat paşguhkirin
Di dema dadkirinê de îfadeya şahidan nebû û paşê lê hat zêdekirin. S.T.yê şahid pêşiyê gotiye “berpirsê ciwanên Tetwanê yê rêxistinê ye” û paşê gotiye “Ew kesê ez li ser şaşeyê dibînim ku hûn dibêjin Yûnûs Onal e, nayê bîra min, ne di bîra min de ye ku min berê dîtibe an na.”
Digel îfadeya şahidî jî ku gotiye ew Onalî nas nake ji ber ku di şeva danasîna berbijarên HDPyê de Onal wek nûçegihanê DIHAyê çûye wê derê, govend girêdaye û li daxuyaniyê temaşe kiriye dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtinê da Yûnûs Onalê rojnameger.
Beşdariya çalakiyê bû delîlê “endambûna rêxistinê”
Heyeta dadkirinê ya ku Alper Saykal serokatiya wê dike û endamên wê Nîsa Çamtahta û Nîlgûn Can e biryara xwe weha eşkere kirine.
“Bersûc beşdarî gelek çalakiyan bûye ku wek çalakiyên propagandayê ne. Şahidî diyar kiriye ku bersûc berpirsê ciwanên Tetwanê yê rêxistinê ye. Bersûc ligel endamên rêxistinê di peywendiyê de ye. Bi nêrîna li van delîlan ew qinaet çêbûye ku bersûc endamê rêxistina terorî ye.”
Parêzerê Onalî, Mîmar Onalî eşkere kir wan ji bo Dadgeha Herêmê ya Erziromê îtiraz daye biryara dadgeha herêmî. Biryar hêj nehatiye dayin.
Ji ber lêpirsînê ji karî hatibû derêxistin
Dema ku Yûnûs Onal edîtorê beşa Kurdî yê Sputnîkê ji ber heman dozê lêpirsîn li ser wî hatibû dest pê kirin. Di 18ê Adara 2016ê de polîsan li ser rêya mala Onalî rêya wî girtibûn û ew desteser kiribû. Piştî ew du rojan desteserkirî ma dozgerîyê biryara serbestberdana wî dabû. Ji ber nûçeyên di medyayê de li ser desteserkirina Onalî hatî nivîsîn. Spûtnîkê ew ji karî derêxistibû.
Yûnûs Onal kî ye?
Wi di sala 2012ê de li Zanîngeha 19 Mayisê, Beşa Zanistên Civakî ya Fakûlteya Perwerdeyê qedand. Di heman salê de wî li Zanîngeha Alpaslanî ya Mûşê, di beşa Ziman û Çanda Kurdan dest bi xwendina masterê kir. Wî teza xwe li ser Temsîlkirina Jinan a Di çanda Kurdan de nivîsî. Wî li Kurdî-Dera ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin ders dan.
Wî li DIHAyê dest bi rojnamegeriyê kir. Li kovara Mevsîmlîkê bû koordînatorê weşanê. Di Radyoya Dengê Kurdî bû midûrê weşanê. Li Spûtnîkê wek edîtor xebitî. Di navbera Gulana 2016ê-Nîsana 2017ê de edîtorê kbianet/Kurdîyê bû.(EA/MB)