Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di doza nobedarên weşanê yên Ozgur Gundemê de Julide Kural û nivîskarê rojnameyê İlhami Bakir hatin darizandin û di daneşîna duh de biryar hat standin. Lîstikvanê sînemayê Kadir İnanir, hevjînê Julide Kural ê jî beşdarî daneşînê bû.
Doz li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de hat dîtin. Dadgehê bi tohmeta ku ‘belavkirina weşanên rêxistinê kiriye’ 6 hezar lîreyê Tirk cezayê pare û bi tohmeta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ jî sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Julide Kural. Dîsa İlhami Bakir jî bi tohmeta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ sal û 3 meh ceza wergirt ku beşdarî daneşîna dozê nebû. Dadgehê cezayê Kural û Bakir bipaşdexist.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî"(li gor Xala 7/2. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê) û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî"(li gor Xala 7/2 a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê) têne dadkirin.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.
Berpirsên nobedar
Ji 3yê Gulanê ve 44 kes bûne berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê. Navê wan kesan ev in.
Hasan Cemal, Şeyhmus Diken, Hasan Hayri Şanlı, Cengiz Baysoy, Dicle Anter, Faruk Balıkçı, Kemal Can, Jülide Kural, Ahmet Nesin, Deniz Türkali, Necmiye Alpay, Çilem Küçükkeleş, Saruhan Oluç, Ertuğrul Mavioğlu, Ahmet Abakay, Hasip Kaplan, İhsan Eliaçık, Yıldırım Türker, Murat Çelikkan, Ayşe Batumlu, Nadire Mater, Aydın Engin, Tuğrul Eryılmaz, İhsan Çaralan, Şebnem Korur Fincancı, Işın Eliçin, Uğur Karataş, Mehmet Güç, Beyza Üstün, Celalettin Can, Sebahat Tuncel, Erol Önderoğlu, Nurcan Baysal, Eşber Yağmurdereli, Ragıp Duran, Melda Onur, Celal Başlangıç, Mustafa Sönmez, Ayşe Düzkan, Uğur Güç, Faruk Eren, Kumru Başer, Nevin Erdemir û Hakkı Boltan.
Berpirsên lêpirsîn li ser wan hatîn vekirin
Bi lêpirsîna paşiyê ew kesên lêpirsîn li ser wan hatiye vekirin ev in:
Faruk Eren, Ertuğrul Mavioğlu, Ayşe Düzkan, Erol Önderoğlu, Celalettin Can, Mustafa Sönmez, Melda Onur, Fehim Işık, Celal Başlangıç, Eşber Yağmurdereli, Ragıp Duran, Nurcan Baysal, Ömer Ağın, Ahmet Abakay, İhsan Çaralan, Işın Eliçin, Murat Çelikkan, Uğur Karataş, Öncü Akgül, Ayşe Batumlu, Sebahat Tuncel, Saruhan Oluç, Nadire Mater, Beyza Üstün, Mehmet Güç, Tuğrul Eryılmaz, Faruk Balıkçı, Şeyhmus Diken, Necmiye Alpay, Jülide Kural, Yıldırım Türker, Ahmet Nesin, Kemal Can, Şebnem Korur Fincancı, Hasip Kaplan, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan.
(TP/EA/FD)