Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Nûnerê Tirkiyeyê yê Die Weltê ji girtîgehê li ser rewşa xwe nameyek nivîsî.
Dema parêzer çûyîn serdana wî, wî name nivîsîye.
Li gor Deutsche Wlleyê Yûcelî li ser nameyê ev rêzik nivîsîne.
"Merheba Dinya Piştî ku ez 13 rojan li navenda polîsan mam, niho ez li Girtîgeha Metîsê ya Stenbolê dimînim. Dibe ku li we ecêb bê lê ez welê hest dikim ku niho gihame beşeka azadiya xwe: Ronahiya rojê! Hewaya paqij! Xwarina biserûber! Çay! Nescafe! Rojname! doşekeka rastîn! Tuwaleteka xweser ji bo min! Di rojê de –heke bixwazim- dikarim girtîyên siyasî li xwaringeh an jî hewşê bibînim. Di şevan de hicreya xweser ji bo min. Ez ê gelekî li vê derê nemînim lê dîsa jî ev der xweş e. Her çende ji ber wê ez hatim girtin jî hêcetên girtina min, min li vê derê dikenîne. Ez mecbûr im li vê derê nameya xwe temam bikim lê dixwazim spasîyan ji hemî dostan, hevkaran û ji wan kesên têdikoşin re bibêjim. Bawer bikin ez bi vê gelek baş dibim, gelek û gelek.. bi hestên ji dilî... Denîz" |
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yûce 13 roj bûn ku li navenda polîsan desteserkirî bû, dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûce di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûce li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.(EKN/MB)