Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Malpera ku Can Dûndar berpirsê weşana wê ye, hêj dest bi weşandina nûçeyan nekirî BTKyê ew asteng kir.
Can Dûndarî di 24ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, di roja salvegera 24. a kuştina Ûgûr Mûmcûyî de, dabû zanîn ku malperê dest bi weşanê kiriye.
Saziya Ragihandinê ya Teknolojiyên Zanyariyan(BTK) hêj malperê dest bi belavkirina nûçeyan nekirî şeva dî malper asteng kir.
Can Dûndarî piştî biryarê li ser Twîtterê, ew Twît belav kir:
“Hah.
Min jî digot qedexe(asteng) li kû ma.
Yên kitêba nehatî weşandin qedexe kirî, malpera dest-pê-nekirî asteng kir.
Ew welê dibêjin qey.
Em ê bibînin.
Hosta Necar binive wek her car, Xwedê yek e dergeh hezar.”
(EKN/MB)