Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Tirkiyeyê guh neda standardên medyayê, mafê azadiya medyayê û azadiya xwe-îfadekirinê.
Ji ber vê yekê digel Ewropaya 15 salan pê re mûzakere kirî ket krîzê. Hikûmet ji bo ku Recep Tayyîp Erdoganî dane ser kursiyê serokkomariya xurtkirî digel Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) kom dibe. Hikûmetê piştî Hewildana Derbekirinê ya di 15êTîrmehê de, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de organên medyayê girt. Hikûmetê ne bi tenê ev yek kir, wê ji bo medyakarên hatîn girtin nekarin mafên xwe biparêzin hemî rêyên hiqûqî girtin.
Ji mezinkirina înfografîkê bitikîne |
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya biayê ya Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê nîşan dike ku hikûmet îtirazên rêxistinên rojnamegeriyê yên navneteweyî û neteweyî, Yekîtîya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Rêxistina Ewlehiya Ewropayê(AGIT) bi ser guhê xwe re diavêje. Hikûmet guh nadeyê ku 131 rojnameger di girtîgehan de ne, 229 rojnameger li ser hev bi 11 caran mûebet û 2584 salên girtinê têne dadkirin. Di sê mehan de 12 caran çêkirina nûçeyan hatiye qedexekirin.
BIXWÎNE: 107 rojnameger girtîne, ji ber girtina sazîyên medyayê 2500 kes bêkar man
Rapor nîşan dide ku hikûmet bi polîtîkayên ewlehiyê denqê mixalif tine dike.
Rapor nîşan dide Dadgeha Makeqanûnê, Xala 229ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan ya Heqareta li Serokkomarî, meşrû dike. ev yek Tirkiyeyê dike “Mezintirîn Girtîgeha Rojnamegeran a Dinyayê” mafên mirovan tê binpêkirin û ji bo parastina mafên rojnamegeran ti kar nayên kirin.
Mijarên Rapora Çavdêriya li Medyayê ya biayê ev in: “Rojnamegerên hatîn kuştin” “rojnamegerên di girtîgehan de” “êrîş, tehdît, astengkirin” “lêpirsîn, dozên hatîn vekirin-yên dom dikin, biryarên li ser dozan”
Rojnameger û xebatkarên desgehên medyayê li dadgehan bi sûcên bi rêya medyayê “endambûna rêxistineka terorî” “alîkariya rêxistinê” “birêxistina rêxistinekê, birêvebirina wê” têne dadkirin.
131 rojnameger di girtîgehan de ne
Di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2017 de, bi lêpirsîna “Rêxistina Terorî ya Ferthûllahgir(FETO)” 81 û 31 rojnamegerên medyaya kurdan hatine girtin.
Herweha 11 nivîskar, rayedar û nûçegihanên Cumhuriyetê bi sûcê “alîkariya FETO/PKKyê an jî propagandaya wan” hatin girtin. Ev kes li gor qanûnan bi sebebên “rêxistin” “teror” û “heqareta li mezinên dewletê” hatine girtin.
Pênc rojnameger bi endambûna “hin rêxistinên neqanûnî” (MLKP, DHKP-C, TKEP/L, Tevgera Têkoşînê) hatine girtin. Rojnamegerek jî bi sûcê endambûna sê rêxistinan li girtîgehê ye.
Xebatkarekê AAyê û xebatkarekê Rojnameya Yûrtê ji ber “Heqareta li Serokkomarî” hatine girtin.
Ji 131 rojnamegeran ji bo 18 rojnamegeran biryara girtinê hatiye dayin, 7 rojnameger hê têne dadkirin, lêpirsîna 106 rojnamegeran jî dom dike.
Di heman dema sala 2015ê 31 rojnameger di girtîgehê de bûn, 17 ji wan ji medyaya kurdan bûn. Biryar ji bo 19 ji wan hatibû dayin, lêpirsîna 9 ji wan dom dikir û 3 ji wan dihat dadkirin.
Êrîş li 8 rojnamegeran û rojnameyekê hat kirin
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de ya kêm êrîş li 8 rojnamegeran û rojnameyekê hatiye kirin. Bi fiîlî 105 rojnameger hatin tehdîtkirin. Li medyaya civakî kesên ku piraniya wan nêzîkî desthilatê ne rojnameger tehdît kirin.
Di heman dewra 2015ê de sê rojnamegerên ji Sûriyeyê hatibûn kuştin. Êrîş li 15 rojnameger, grubeka medyayê û organekê medyayê hatibû kirin. 4 rojnameger û 5 organên medyayê hatibûn tehdîtkirin.
Di hemiya sala 2015ê de, qunciknivîskarê rojnameyekê û sê rojnamegerên ji Sûriyeyê hatibûn kuştin. Êrîş li 64 rojnameger, 4 organên medyayê û nivîskarekê hatibû kirin. Sala ji pêşiya wê 38 rojnameger û 21 organên medyayê hatibûn tehdîtkirin.
Rewşa Awarte: 41 rojnameger hatin destserkirin 4 ji wan bîyanî bûn
Di Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de, piştî bi Biryarnameyê di Hikmê Qanûnan de organên medyayê hatin girtin û 21 xebatkarên wan cihan hatin destserkirin. 4 nûnerên medyaya navneteweyî hatin desteserkirin. Li ser hev 41 rojnameger hatine desteserkirin.
Di sala borî de di heman dewrê de, 34 medyakar hatibûn desteserkirin, rojnamegerek ji piştê ve hat kelepçekirin. Di hemîya 2015ê de 120 medyakar hatin desteserkirin.
Cezanedan: Mûmcû, Kişlali, Anter, Agos...
Di salên 90an de, piştî kuştina Ugûr Mûmcû, Bahriye Ûçok, Mûammer Aksoy û Ahmet Taner Kişlaliyî li gor Dadgeha Makeqanûnê li dadkirinê maf hatine binpêkirin û ji ber wê doz dê ji nû ve bê bi rê ve birin. Dadkirina Mûsa Enterî ya 24 sal in dom dike ji ber îfadeya şahidan sekinî.Doza 7 sal in dom dike ya kuştina Cîhan Bayindirê rojnameger dê dîsa bê bi rê ve birin. Ew kesên ku çelenka reş danibû ber deriyê AGOSê û gotibûn “şevekê ji nişkê ve em dikarin bên” beraet kirin. Ji bo wan kesên ku bi derbkirina 13 rojnamegeran têne sûcdarkirin lêpirsîn nehatiye vekirin.
28 kes ji ber “Erdoganî” bersûc in, 7 ji wan rojnameger in
Di Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de ti rojnamegerên ji ber xala 299. a Qanûna Cezayan a Tirkan ya “heqareta li serokkomarî” hatîn girtin nehatin tespîtkirin. 28 kesên ku 7 ji wan rojnameger in bi tometa wan heqaret li serokkomarê Erdogan kiriye têne dadkirin. Herweha heman doz li dadgerekî jî hatiye vekirin. Heşt rojnamegeran ji vê dozê beraet kiriye.
Di Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de ti dozên nû bi xala 299. a heqareta li serokkomaran nehatiye vekirin. Her dîsa di vê dewrê de ti doz ji bo heqareta li serokkomarê Erdogan nehatine vekirin.
Par di heman dewrê debi sûcê heqareta li serokwezîrê berê û serokkomarê nû Recep Tayyîp Erdoganî doz, lêpirsîn, desteserkirin hwd... li 93 kesan hatiye vekirin, 42 ji wan rojnameger in.Ji bo nimûne ji bo 4 rojnamegeran û sîyasetmedarek 2 sal 10 meh û 27 rojan cezayê girtinê stand. (Ceza 11 meh û 20 rojan hat paşdedan). 28 hezar Lîre wek ceza ji bo rojnamegerek, rojnameyek û malperekê hat dayin.
12 caran qedexeya weşanê, 24 caran girtin, astengkirina înternetê...
Di Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de ya kêm 12 caran weşana nûçeyan hat qedexekirin. Weşana 8 malperan hat qedexekirin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de 24 organên medyayê hatine girtin. Dewletê dest danî sed mal û milkê 54 rojnamegeran.
Ji bo du rojnamegerên navneteweyî dixebitin têketina Tirkiyeyê hat qedexekirin. Qerta daîmî ya rojnamegerekî nehat nûkirin, qerta du rojnamegeran jî hat betalkirin. Dema ku parlamenterên HDPyê hatin girtin ceyrana herêmê hat girtin, vê yekê bandoreka mezin li rojnamegeriya li ser înternetê kir. Ji bo lêpirsîna Red Hackê sîstemên depokirina dîjîtal yên wek dropboxê hatin astengkirin. Tabelayek û du xwenîşandanan hatin qedexekirin.
Par di heman dewrê de, 18 TV ji platformên dîjîtal yên wek Tîvîbû, DîjîTurk û TURKSATê hatin derêxistin. 13 malper, kitêbên 4 nivîskaran, 2 kovar, 2 kovarên qerf û henekan, nûçeyeka rojnameyekê, broşûrek û yadkirinek hatibû astengkirin.
Di hemîya sala 2015ê 6 caran weşan hat qedexekirin, 5 caran biryara nehênîbûnê hat dayin û qerta akredîtasyonê ya 10 kesan hat qedexekirin. Herweha sansûr li 118 malper, 353 hesabên Twîtterê, 399 nûçe û qunciknivîs, 21 TV û 2 rojnamegeran hat kirin.
12 vîdeo, 7 kitap, 5 kovarên qerf û henekan, 4 fîlm, 2 kovar, 2 rojnameger, 1 belgefîlm, 1 broşûr, 1 panel, 1 yadkirin, 1 afîşekû wêneyek hat sansûrkirin.
Heqaret: Rojnamegerek mehkûm bû, ji bo 7 rojnamgeran jî 62 sal ceza tê xwestin
Di serdema Cotmeh-Mijdar-Kanûn 2016an de di çarçoveya doza heqaretê ku derbarê rojnamgerek de hatibû vekirin de 7 hezar û 300 TL cezayê peredayînê hat dayîn. Derbarê heman kesê de bi hinceta êrişî mafê kesayetê kiriye ve jî 10 hezar TL cezayeke din jî hat dayîn. Di çarçoveya dozên dewam dike de derbarê 7 rojnamegeran de bi temamî 62 sal û 4 meh cezayê hepiskirinê û 100 hezar TL cezayê peredayînê tê xwestin.
Di heman serdema sala borî derbarê 7 rojnamegeran de bi temamî 2 sal û 2 meh û 7 roj cezayê hepiskirinê û 19 hezar û 890 TL cezayê peredayînê ve hatibûn mehkûmkirin. Dozên derbarê 13 rojnamegeran de hatibûn vekirin hêjî dewam dikirin û derbarê 5 rojnamegeran de dozên nû hatibûn vekirin. 2 rojnamger jî beraet bûbûn. 2 rojnameger bi îdiaya êrişî mafên kesayetê kirine ve vi dayîna tamînata 9 hezar TL ve hatibûn mehkûmkirin. 4 rojnameger bi temamî 1 milyon û 40 hezar TL û 2 saziyên rojnameyê de jî bi 100 hezar TL tazmînatdayînê ve dihatin dadkirin. Doza tazmînatdayînê ya derbarê rojnamegerek de hatibû vekirin jî hatibû redkirin.
Di temamiya sala 2015an de derbarê 15 rojnamegeran û sîteyek de bi sûckirina ‘heqaretê’ ve 5 sal û 8 meh û 17 roj cezayê hepiskirinê û 48 hezar û 940 TL cezayê pereyê hat dayîn. 3 rojnameger jî bi hinceta êrişî mefê kesayetê kirine ve bi 14 hezar TL tazmînatdayînê hatin mehkûmkirin.
TMK/TCK: Gefxwarina 11 muebet, 2 hezar û 500 sal cezayê girtinê
Di serdema Cotmeh-Mijdar-Kanûn 2016an de 73 rojnameger di çarçoveya TMKê (qanûna terorê) de bi daxwaza bi temamî 547 sal û 6 meh ceazeyê hepirskirinê ve hatin hatin dadkirin. 5 rojnameger bi temamî 15 sal û 2 meh û 3 roj ve hatin mehkûmkirin. 5 rojnameger beraet bûn û dosyeya rojnameger jî ji ber demboriyê betal bû.
Ji 73 rojnamegerên ku di vê demê de hatin dadkirin 38 ji wan ji bo balkişandina zextên li ser Ozgur Gundemê beşdarê kampanyaya “Nobedariya Weşanê” bûbûn ji ber vê yekê hatin dadkirin. Di van dozên ku derbarê wan 38 rojnamegeran de hatiye vekirin de heta 1ê Çileya 2017an ti biryar nehatibû dayîn.
99 rojnameger bi hincetên ‘rêvebirê rêxistinê ye’, ‘endamê rêxistinê ye’, ‘alîkariyê rêxistinê kiriye’ hatin dadkirin derbarê wan de bi temamî 1606 sal û 6 meh cezayê hepiskirinê hat xwestin. 16 rojnameger bi hincetên ‘yekîtiya dewletê xira dike’, ‘sixûrî kiriye’ û ‘belgeyên ku ewlehiya dewletê dixe xetereyê temîn kirine û weşandine’ ve bi daxwaza 10 caran muebeta girankirî, yek muebet û 257 sal cezayê hepiskirinê ve hatin dadkirin.
18 rojnameger bi hinceta ‘pesna sûc û sûcdaran kirine’, 5 ‘miletê tirk bêrûmet kiriye’, 2 ‘gel tehrîkê kîn û dijmitayiyê kiriye’, yek ‘nirxên olî bêrûmet kiriye’, yek jî bi hinceta ‘heqaretê li bîranînên Ataturk kiriye’ ve hatin dadkirin û derbarê wan de 79 sal ceza hate xwestin.2 ji wan rojnamegerên ji ber ‘gel tehrîkê kîn û dijmitayiyê kirine’ dihatin dadkirin beraet bûn. Rojnameger jî bi hinceta ‘îxlalkirina veşartinê’ hat dadkirin û bi 2 hezar û 100 TL cezayê peredayînê ve hat mehkûmkirin. Derbarê rojnamegerek de jî bi hinceta ‘biryara qedexeya weşanê îxlal kiriye’ ve doz hat vekirin.
Ji ber van hemû sûckirinan derbarê wan rojnamegeran de bi temamî 10 caran muebetên girankirî, yek muebet û 2 hezar û 494 sal û 6 meh cezayê hepiskirnê hat xwestin.
Di temamiya 2015an de 3 rojnameger di encama dadkirina ji TMKê ve bi 6 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hepiskirinê û 24 hezar TL cezayê peredayînê ve hatibûn mehkûmkirin. Derbarê 2 rojnamegeran de dozên nû hatibûn vekirin û 2 rojnameger jî beraet bûbûn. Doza 18 rojnamegerên ku derbarê wan de 135 sal cazeyê hepiskirinê dihat xwestin ji ber demboriyê betal bû.
DMê di nav 6 mehan de ti biryar neda!
Wekê serdema Tîrmeh-Îlonê, di sê mehên dawî de Dadgeha Makeqanûnê (DM) ji bo serlêdanên derbarê azadiya xwe-îfadekirinê de ti biryar neda. Lêbelê heman dadgeh, sûckirin-fiîla ‘li serokomar heqaret kirine’ li gorî qanûna 299. betal nekir û ji ber vê yekê gelek alî dadgehê rexnekirin û bertek nîşandan.
Di vê serdemê de jî serlêdanên li DMê dewam kirin: Rojnameya Cumhuriyetê li ser îdiya ’10 xebatkarên wan alîkarê FETOyê kirine’ îtiraz kiribû serî li DMê dabû. Eger ji serlêdana Cumhuriyetê ti encam dernekeve ew dê serî li DMMEyê bidin. Her wiha Baroya Amedê derbarê qutkirina înternetê de serî li DMê dabû.
DMê di heman serdema sala borî de serlêdanên fermî yên nivîskarek, saziyeke radyoyê û siteyeke înternetê nirxand û biryar da ku azadbûna ragihandin û xwe-îfadekirinê hatiye îxlalkirin û mesrefên dadgehê jî tê de 5 hezar û 94 TL cezayê tazmînatê da dewletê.
Dadgeha Makeqanûnê di temamiya sala 2015an de di çarçoveya serlêdanên 6 rojnamger, 4 sîyasetmedar, nivîskarek, saziyeke radyoyê û sîteyeke înternetê de 12 biryar dan ku dewlet bi temamî 42 hezar û 990 TL cezayê tazmînatê bide wan kesan. Her wiha DMê biryar da ku bi hinceta ‘îşekenceya dema binçavkirinê de’ 55 hezar TL tazmînat li rojnamegerek were dayîn. Derbarê rojnamegereke din de jî bi hinceta bi awayekî adil nehatiye dadkirin ve biryar da ku ji nû ve were dadkirin.
DMMEyê di 3 dozan de Tirkiyeyê mehkûm kir
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di serdema Cotmeh-Mijdar-Kanûn 2016an de serlêdanên rojnamegerek, redkareke wicdanî û nûnerê partiyekê biryar da ku ‘mafê xwe-îfadekirinê hatiye îxlalkirin’ û 8 heza û 500 avro cazeyê tazmînatê dan Tirkiyeyê. Rojnamegerên bi navê Mûrat Aksoy û Atilla Taş di lêpirsîna ‘FETO’yê de 2ê Îlona 2016an de hatibûn girtin, piştî ku hemû riyên hiqûqan navxweyî qediyan serî li DMMEyê dan.
Di heman serdema sala borî de di serlêdanên 3 hiqûqnas, 2 rojnameger û siyasetmedarek de DMMEyê bi heman hincetê 19 hezar û 60 avro cezayê tazmînatê dabû Tirkiyeyê.
Di temamiya sala 2015an de DMMEyê serlêdanên 26 kesan nirxand û Tirkiyeyê neheq dît û bi temamî 42 hezar 043 avro ceza dayê.
Kedkar nemane ku ji kar werin avêtin
Di serdema Cotmeh-Mijdar-Kanûn 2016an de 7 rojnameger û xebatkarên medyayê yan ji kar hatin derxistin yan jî neçar man hiştin ku îstîfa bikin. Piştî OHALê 170 saziyên medyayê hatibûn girtin û zêdetirî 2 hezar û 500 xebatkarên medyayê bêkar mabûn. TGCê ragihand ku di nav salekê de nêzî 10 hezar kes ji karên xwe bûne. Rojnamegerên muxalif ku ji ramanên xwe taviz nadin jî di bin oto-sansureke mezin de ne û bi awayî hewl didin ku karên xwe bikin.
Di heman serdema sala borî de herî kêm 213 rojnameger û xebatkarên medyayê yan ji kar hatin derxistin yan jî neçar man hiştin ku îstîfa bikin. Di temamiya sala 2015an de jî ev hejmar 348 bû.
RTUK: Ji weşanên ‘bêrûmet dike re’ cezayê giran
RTUKê di serdema Cotmeh-Mijdar-Kanûn 2016an de ji ber film, nûçe 3u bernameyên weşandî li kanalên TVyan 6 cezayê hişyarkirinê, 11 cezayê peredayînê; li radyoyan jî cezayeke hişyarkirinê û 5 cezayên peredayînê dan. RTUKê di sala 2015an de bi temamî 1.559.955 TL cezayê peredayînê da li radyo û kanalên TVyê.
RTUKê di sala 2015an de bi temamî li kanalên TVan re 69 cezayê hişyarkirinê, 168 cezayên peredayînê; li radyoyan jî 4 cezayên hişyarkirinên û 4 jî peredayînê birîbûn. Di sala 2015an de bi temamî li radyo û kanalên TVan bi temamî 9 milyon û 905 hezar û 674 TL cezayê peredayînê hatibû birîn.
(EÖ/BA/MB/YO)