Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Herdu nobebedarên weşana Ozgûr Gûndemê, Tugrûl Eryilmaz û Çîlem Kûçûkkeleş hatin dadkirin.
Berpirsê nivîsên Ozgûr Gûndemê yek ji bersûcên dozê ye.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. ya ku li Çaglayana Stenbolê ye herdu nobedar dad kirin.
Kûçûkkeleş: Ozgûr Gûndem her dem li nik me bû
Kûçûkkleş di 5ê Nîsanê de bûbû nobedar. Ji ber nivîsên di rojnameyê de ew bi sûcê ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ tê sûcdarkirin. Kûçûkkeleşê got:
‘’Ozgûr Gûndem di sala 1992yê de hatiye avakirin. Ez wek jineka Elewî dizanim ku Ozgûr Gûndem her dem digel me bû. Min jî ji bo hevgiriyê rojekê berpirsiyarîya weşanê kir. “
Kizilkayayî jî got nûçe ragihandina bi mafê azadiya xwe-îfadekirinê hatine amadekirin.
Eryilmaz: Min karê xwe kir ez nafikirim ku ew sûc e
Eryilmaz di 1ê Nîsanê de bûbû nobedar. Ji ber nivîsên di rojnameyê de ew bi sûcê ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ tê sûcdarkirin. eryilmazî got:
“Nûçegihanî gihandina nûçeyan e. Heke pevçûn hebin ew vê pevçûnê tîne meydana minaqeşe-kirinê. Ji bo kêşeya kurdan jî da fikrên ji hev winda nebin ji bo rojekê ez ji bo hevgirîyê çûm û bûm berpirsê weşanê.
“Dawiya dawiyê ez li pîvanên navneteweyî yên rojnamegeriyê bûm xwedî. Ez nafikirim ku ev sûc be.”
Doz dê di 14ê Sibatê de ji nû ve bê birêve birin. (EA/MB)