Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet û baskê Almanyayê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Reporter ohne Grenzenê bernameya danasîna Projeya Xwedîtîya li Medyayê(MOM) pêk anî.
Civîn li Taksim Nippon Hotelê hat kirin.
Ji bo destpêkê endamê Dîwana Birêvebir a IPSyê Tugrûl Eryilmaz, Berpirsê RSFyê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, Christian Mihrê berpirsê baskê Almanyayê yê RSFyê-Reporter ohne Grenzen û berpirsê Karên Sîyasî yên Reporter ohne Grenzenê, Ireneusz Fidos axivîn.
Eryilmaz: Daneyên berdest divê hebin
Eryilmaz: ‘’Min ji sala 1974ê ku min dest bi rojnamegeriyê kir heta niho medya gelek guherî. Ez mereq dikim, ev 5 zelam in, çawa em nikarin çareser bikin. Daneyên berdest dê bersiva vê yekê bide.’’
Mihr: Hikûmet bi kozên ekonomîk medyayê kontrol dike
Mihrî diyar kir ku xwediyên destgehên medyayê bi demek dirêj e ku wê ji bo berjewendiyên xwe wek ‘’çekekê’’ bi kar tîne.
‘’Medyayeka serbixwe û rexneker di bin metirsîyê de ye. Sebeba vê yekê zordariya hikûmetê ye ku dom dike.
‘’Xwedîtîya li medyayê herçende wek mijareka akademîk bixweyî jî hikûmet bi kozên ekonomîk medyayê kontrol dike. ‘’
Fîdos: Xwedîtîya li medyayê tehdîdeka li ser serbixwetiya edîtorîyal e
Fîdosî da zanîn ku wek delegasyona Ewropayê ew raporên RSF û bianetê teqîb dikin û ‘’ Xwedîtîya li medyayê tehdîdeka li ser serbixwetiya edîtorîyal e.’’ Fîdosî da zanîn ku di medyayê de komek serdest e û ew hêvî dike ev proje bibe rêxweşkera azadiya medyayê.
Piştî axiftinên destpêkê amadekarên Malpera ‘’Çavdêrîya li Xwedîtîya Medyayê’’ : Dîrektorê projeyê Olaf Steenfadt, Berpirsa projeyê Dîlay Yalçin û lêkolînerên Elîf Înce û Bûrcû Karakaş, şêwirmenda projeyê Ceren Sozerî şêwirmendê hiqûqê agahiyên di heqê projeyê de dan.
Agahîyên di heqê projeyê de
Baskê Almanyayê yê RSFyê Reporter ohne Grenzen rêxistinek e ku piştgiriya mafê agahî-dan û agahî-standinê ji bo her derên dinyayê dike, MOMê bi serkêşîya Reporter ohne Grenzenê dest pê kiriye û dom dike.
RSF digel saziyeka ji herêmê wek partner û bi hev-ahengîyê kar dike. Ji bo nimûne li Kamboçyayê partnera wê Navenda Kamboçyayê ya ji bo Medyayeka serbixwe.
Projeya MOMê bi piştgirîya Wezareta Hevgirî û Geşedana Ekonomîyê ya Almanyaya Federal didome.(EA/MB)