Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet û baskê Almanyayê yê RSFyê Reporter ohne Grenzen bi xebateka hevpar Projeya Xwedîtîya li Medyayê(MOM) bi rê ve bir.
bianet û Reporter ohne Grenzen dê îro, dı 27ê Çiriya Pêşiyê de, di civîna ‘’Xwediyên Medyayê’’ de encamê eşkere bike.
Di civînê de danasîna malpera MOMê dê bê kirin. Berpirsê Tirkiyeyê yê RSFyê Erol Onderoglû dê civînê bi rê ve bibe û li ser mijara ‘’Xwedîtîya li Medyayê û Bêkarî’’ minaqeşe dê bêne kirin.
Civîn dê li Taksim Nippon Hotelê bê kirin. Ji bo destpêkê Şêwirmenda Projeyê Nadîre Mater, Christian Mihrê berpirsê baskê Almanyayê yê RSFyê Reporter ohne Grenzen û berpirsê Karên Sîyasî yên Reporter ohne Grenzenê, Ireneusz Fidos dê biaxivin.
Agahîyên di heqê projeyê de
Baskê Almanyayê yê RSFyê Reporter ohne Grenzen rêxistinek e ku piştgiriya mafê agahî-dan û agahî-standinê ji bo her derên dinyayê dike, MOMê bi serkêşîya Reporter ohne Grenzenê dest pê kiriye û dom dike.
RSF digel saziyeka ji herêmê wek partner û bi hev-ahengîyê kar dike. Ji bo nimûne li Kamboçyayê partnera wê Navenda Kamboçyayê ya ji bo Medyayeka serbixwe.
Projeya MOMê bi piştgirîya Wezareta Hevgirî û Geşedana Ekonomîyê ya Almanyaya Federal didome.
Bername
13.00 – Destpêk [ Nadîre Mater/Şêwirmenda Projeya bianetê, Christian Mihr/berpirsê RSFyê yê Almanyayê, Ireneusz Fidos/ berpirsê Karên Sîyasî, Delegasyona Yekîtîya Ewropayê]
13.45 – Danasîna Malpera ‘’Çavdêrîya li Xwedîtîya Medyayê’’ [Dîrektorê projeyê Olaf Steenfadt, Berpirsa projeyê Dîlay Yalçin û lêkolînerên Elîf Înce û Bûrcû Karakaş]
14.30 – Navber
15.00 – Forûma ‘’Xwedîtîya li Medyayê û Bêkarî’’ - Berpirsê Tirkiyeyê yê RSFyê Erol Onderoglû dê civînê bi rê ve bibe.(HK/MB)