Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarê ji ber neh rojnameger beşdarî ‘’Nobedariya Berpirsiyariya Weşanên Ozgûr Gûndemê’’ bûne ji wan xwest ew îfadeyê bidin.
Di nav rojnamegeran de, şêwirmenda projeya bianetê Nadîre Mater, rojnamegerên Tûgrûl Yilmaz,Hasan Hûseyîn Taymaz, Dîcle Anter û Hasan Cemal jî hene.
Dadgehê daye zanîn ku sebeba lêpirsîna berpisa giştî ya Ozgûr Gûn Radyoyê, Derya Okatanê, berpisê weşanan ê haberdar.com a hatî girtin, Saîd Sefaoglûyî, nivîskarê Murat Uyurkulakî û endama Birêvebiriya Navendî Ya HDPyê, Çîlem Kûçûk Keleşê, naveroka Ozgûr Gûndemê ya di bin nobedariya wan de ye.
Dadgehê ji rojnamegeran xwest ku ew di 15 rojan de îfadeyê bidin.
‘’Em çûbûn lê îfadeya me nestandibûn’’
Parêzera Mater û Eryilmazî, Merîç Eyûpoglûyê dîyar kir ku ji bo heman lêpirsînê ew di 27ê Hezîranê de çûne dadgehê lê dozgerî îfadeya wan nestandiye.
Eyûpoglûyê li ser îfadedanê got:
‘’Ew kesên ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê bi bankirina [dadgehê] îfade didan. Heta ku ji ber vê sebebê Erol Onderoglû, Şebnem Korûr Fîncanci û Ahmet Nesîn di havînê de hatin girtin.
‘’Di wê pêvajoyê de mûvekilên min Nadîre Mater û Tugrûl eryilmaz jî tê de em pênc kes çûn dadgehê ku îfadeyê bidin. Her tişt amade bûn em li ber deriyê dadgehê bûn, serdozgerî dîyar kir ku ew ê îfadeyan nestîne û divê emnîyet îfadeyan bistîne.
‘’Di vê pêvajoyê de gelek tişt guherîn, serdozgerê Murat Înam teblîxnameyek rêkiriye û xwestiye em ji bo îfadedanê serî li serdozgeriyê bidin.’’
‘’Bêyî Yildirim Tûrker îfadeyê bide doz li wî hatiye vekirin’’
‘’Em ê biçin îfadeyê di wextê xwe de bidin lê tiştê xerîb ew e ku di heman rojê de [dozgerî] banî hevalê me Yildirim Tûrkerî kiribû, îfadeya wî nestand û doz lê vekiriye.’’
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(ÇT/MB)