Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokatiya Ragihandinê ya Telekomûnîkasyonê(TÎB) Wikileaks asteng kir ku şeva dî wê 294 hezar û 548 e-maîlên AKPyê belav kiribûn.
Wîkîleaksê e-maîlên sernavê wan bi herfên A-yê heta I-yê belav kirin.
Li gor Wikileaksê e-maîl ji sîyaseta navxweyî zêdetir bi sîyaseta navneteweyî ve têkildar in.
Wikileaks çi ye?
Wikileaks rêxistinek e ku navenda wê li Siwêdê ye, serkaniyên xwe vedişêre û belgeyên hessas ên dewletan belav dike.
Wikileaks di 4ê Çiriya Pêşiyê ya 2006ê ava bûye. Wê di 26ê Tîrmeha 2010ê de bi piştgiriya El País, Le Monde, Der Spiegel, The Guardian û The New York Timesê belgeyên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û balyozxaneyên wê ji hev re rêkirîn eşkere kirin.
Piştî belavbûna belgeyan Interpolê bi tometa tecawiz-kirinê fermana lêgerînê ji bo Julian Assangeyê xwediyê Wikileaksê derêxist. Neh rojan li Londonê hat desteserkirin. Assange bi kefaretê hat berdan lê biryar hat dayin ku ew ji bo Swêdê bê rêkirin. Assange ji Hezîrana 2012ê ve li odeyeka Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Ekvadorê dimîne. (EA/MB)