Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şeva dî 20-25 êrîşkaran êrîş li ser navenda rojnameya Gazetem Istanbulê kiriye.
Navenda rojnameyê li Beylîkdûzûyê ye. Êrîşkaran siet 00:30ê şevê êrîş kiriye.
GAZETEMİZE ÇİRKİN SALDIRI - https://t.co/Kei7lIN5ix pic.twitter.com/pmx8tGjTNX
— Gazetemİstanbul (@gazetemistanbul) July 17, 2016
Êrîşkaran mase, kompîter û kursîyên navendê şikênandine.
Ji dîmenên kamêreya avahiyê tê dîtin ku êrîşkar bi rihetî çûne di avahiya rojnameyê de û karkerên ewlehiyê rêya wan negirtiye.
Serokê Komeleya Rojnamegerên Herêmî, Mehmet Mert dîyar kir êrîşkaran ji dergevanan re gotine ku ‘’ew rojnameyeka alîgira derbeyê ye û em endamên *AK Gençlikê ne.
Polîs lêpirsînê dikin.
Rojnameya Gazetem Istanbulê
Rojnameyeka herêmî ye ku Ali Tarakçi ava kiriye. Ekrem Hacihasanoglû berpirsê weşana wê ye. Huseyîn Şengul, Ayşe Dîlek Gonen û Mehmet Mert nivîskarên wê ne.
(EA/MB)
*Ak Gençlîk: Rêxistina ciwanan ya Partiya Dad û Geşepêdanê.