Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor lêkolîna Navenda Lênêrîna Medyayê(MTM), rojnamevanê hefteya borî herî zêde di heqê wî de hatiye axiftin, berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû ye.
Erol Onderoglû ji ber ku bûbû berpirsê nobedar ê weşana Ozgûr Gûndemê hatibû girtin.
Li gor lêkolînê di hefteyekê de li ser Erol Onderoglûyê bûbû berpirsê nobedar ê weşana Ozgûr Gûndemê û hatibû girtin, 349 nûçe hatine nivîsîn.
Di rêza didoyê de berpirsê weşana rojnameya Cumhuriyetê Can Dûndar e ku 120 nûçe li ser wî hatine çêkirin.
Li ser Erdem Gûlê berpirsê Enqereyê yê rojnameya Cumhuriyetê, 40 li ser Fuat Yilmazerî35 û li ser Mesut Yarî 31 nûçe hatine çêkirin. (EA/MB)