Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameger li ber deriyê Metîsê kom bûn. Wan daxuyanîyek ji bo serbest berdana berpirsê Tirkiyeyê yê RSFyê, Erol Onderoglû, seroka TIHVyê, Şebnem Korur Fîdanci û rojnamegerê nivîskar, Ahmet Nesînî xwend.
Daxuyanî li ser navê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê(TGS) û Platforma Azadiya ji bo Rojnamegeran hat xwendin.
Ji bo piştgiriya rojnamegeran, malbata Onderoglûyî, jina Ahmet Esînî, Hîlal Nesîn, şêwirmenda projeya bianetê, Nadîre Mater, serokê TGSyê Ugur Gûç, ji Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî, Ruhat Sena Akşener, akademîsyena Ceren Sozen, Yek ji birêvebirên berpirsiyariya Stenbolê ya TGSyê Elîf Akgûl û rojnamegerên wek Ayşe Dûzkan, Ahmet Şik, Bûlent Nûmay û Zeynep Erdîm li ber derîyê girtîgehê bûn.
Deloire: Têkoşîna me heta ew bêne serbest berdan dê bidome
Ji bo destpêkê serokê RSFyê, Christophe Deloire axivî. Deloireyî diyar kir Erol Onderoglû, Şebnem Korur Fîdanci û Ahmet Nesîn ji bo şikandina fîşara desthilatê, rojekê, ji bo piştgiriya Ozgûr Gûndemê bûne berpirsên weşanê. Girtina wan li dijî azadîya medyayê, li dijî mafê xweîfadekirinê û li dijî mafên mirovan e.
Doleireyî ji bo berpirsê RSFyê yê Tirkiyeyê, ji bo Onderoglûyî jî got ‘’ 20 sal in Erol Onderoglû berpirsê Tirkiyeyê yê RSFyê ye. Wî li van 20 salan bêyî ferq û cidayê bike mafên hemî rojnamegerên ji fikir û aliyên cida parastiye. Ew ji ber van tiştan niho di girtîgehê de ye. ‘’
Gûrsel: Ew dibêjin qey em ê dest jê berdin
Serokê Komîsyona Tirkiyeyê yê Enstîtûya Rojnamegeriya Navneteweyî, Kadrî Gûrselî nameyên rojnamegeran xwendin.
Gûrselî got: ‘’ Ew dibêjin qey ew ê bikarin bi girtinan welê bikin em dest ji hevgirî û têkoşînê berdin. Em li vê derê ne. Em hev digirin û bihêz in.’’