Lijneya Wezîran a nû wê roja duşemê aşkere bibe

Hat diyarkirin ku Lijneya Wezîran a nû di saetên êvarê yên roja duşemê de wê bên aşkerekirin. Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Erdogan jî wê heman rojê sondê bixwe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne

Hat diyarkirin ku Lijneya Wezîran a nû wê saetên êvarê yên roja duşemê aşkere bibe.

Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Erdogan jî wê heman rojê sondê bixwe.

Ji bo “derbasbûna sîstema nû” wê merasîmek çêbibe

Dîsa heman rojê wê ji bo derbasbûna sîstema nû merasîmek çêbibe. Merasîm saet 18.00ê wê li Beştepeyê bi rê ve biçe.

Di vê navberê de lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) diyar kiriye ku wê îro encamên dawiyê û yên tekez ên hilbijartina 24ê Hezîranê aşkere bike. (PT/FD)


Enqere - Navenda Nûçeyan a BIAyê

04 Tîrmeh 2018, Çarşem