Programa Hefteya Rûmetê ya Stenbolê ya 26ê hat aşkerekirin

Programa Hefteya Rûmetê ya Stenbolê ya 26ê hat aşkerekirin ku wê di navbera 25ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê de çêbibe.

Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî  bitikîne

Programa Hefteya Rûmetê ya Stenbolê ya 26ê hat aşkerekirin ku wê di navbera 25ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê de çêbibe.

Hefteya Rûmetê ya ku 1ê Tîrmehê saet di 17.00ê de wê bi Meşa Rûmetê bidawî bibe îsal wê li ser mijara “Sînor” bisekine.

Xelatên Bacananên Sor ên Bihormon, wê 29ê Hezîranê roja Înê li Roxyyê bên belavkirin ku her sal didin homofobîk, bîfobîk û transfobîkan.

Li gel atolye, gotûbêj, nîşandana filman û partiyan wê îsal du dozên derbarê LGBTIyan de jî bên şopandin. Yek ji wan ya derbarê wan aktivîstan de ye ku di dema Meşa Rûmetê ya Transan a 2017ê de hatibûn desteserkirin û rastî tundkarî û destdirêjiya polîsan hatibûn. Di vê dozê de çavlirêye ku biryar bê dayin. Ya din jî doza derbarê kuştina nefretê ya homofobîk a Ahmet Yildizî de ye. Aktivîst wê van dozan bi awayekî girseyî bişopînin.

Bernameyên ku derdikevin pêş

Di vê hefteyê de wê rêbazên parastinê ên feminîstan, Djîbûnê, aktivîzma vîdeoyan, ya palyaçoya, xweparastina hiqûqî, boyaxkirina dîwaran, zûmba, speed datîn, pasteya keskesor a vegan û hin mijarên din de atolye çêbibin.

Di panel û gotûbêjan de wê mijarên weke penaberên LGBTI, LGBTIyên girtî, LGBTIyên li kampusan, di pêvajoya veguherîna zayendê de rakirina şertên xesidandinê, li hemberî terapiya restoreyê terapiya erênîkirinê, ji bo leşkeriya bi zorê teskereya pembe, helwestên fobîk ên ku LGBTI li qada tenduristiyê rastî wan tên û pêdiviyên tenduristiyê yên taybet ên wan, di wêjeyê de LGBTI, pirevîndarî û yarikî bên nîqaşkirin.

27ê Hezîranê roja çarşemê li Midûriyeta Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Şîşliyê testa HIV a anonîm wê belaş bê çêkirin. (ÇT/FD)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

21 Hezîran 2018, Pêncşem