Parastina min li pêvekê ye

Nivîskarekê mêr, bi tenê nivîskarek e lê dema jin be wek nivîskara jin tê binavkirin. Nayê gotin rojnamegerê mêr lê bi taybetî behsa jinbûna rojnamegerên jin tê kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî  bitikîne 

Li min biborin. Heke hûn mêrek bin ku ji we bê pirsîn “ 52 hefteyan, 52 mêr dê li ser tûndkariya mêr li jinan dikin dê binivîsin, gelo tu jî dixwazî bibî yek ji wan mêran” dema hûn rûniştin pêşberê klavyeyê divê yekem hevoka we “li min biborin” be.

Li min biborin, bêyî ku bibêjim lê û lê belê, li min biborin. Lêborîneka bi dengekê kêm û sûcdariyê. Bi soza “ez ê careka dî nekim” bi awayekê semimî divê bê gotin.

Nivîskarekê mêr, bi tenê nivîskarek e lê dema jin be wek nivîskara jin tê binavkirin. Nayê gotin rojnamegerê mêr lê bi taybetî behsa jinbûna rojnamegerên jin tê kirin.

Tê gotin “de rûne û wek mêran binivîse” lê piraniya caran ez wek jinan dinivîsim. Ez hewil didim xwe bikim şûna wan kesan de ku li ser wan dinivîsim. Mesela ez niho xwe bikim şûna delalîka Michelle.

Michelle di sala 1999ê de dema 24 salî bûye hatiye Stenbolê. Ew rojnamegerekê gelek xweşlaw bûye. Dema ew li rojnameyeka li Izmîrê dixebitî xelkê bi tiliyan ew nîşanî hev kirine. Ew ji rojnameya lê dixebitî hatiye avêtin û poşman e ku wî nameya xwe neparastiye.

Di nameyê de hatiye nivîsîn dema ew çûyîn nûçeçêkirinê ji we ve wî şifêrê tirimbêla rojnameyê taciz kiriye. Hima kel û pelên xwe li çenteyê xwe kom kiriye û ketiye ser rêya Stenbolê. Li gor hevpeyvîna di sala 2013ê de Çîçek Tahaoglûyê ji bo bianetê bi wê re kiriye wê gotiye ew kurikê xweşlaw hingê li wê derê miriye, keseka bi navê Michelle Demishevich hatiye dinyayê.

Ew paşnaavê wê ji xwe re hilbijartiye ji xwe paşnavê malbata wê ye ku ji beriya ji Makedonyayê bar bikin wan ew paşnav hebûye. Ka vêca bisekinin.

Dema ez xwe bikim di şûna Michelleyê de gelo min ê bixwestiya piştî salan behsa wî xweşlawê berê bê kirin. No, wê di hevpeyvîna xwe de gotibe “ew miriye” hngê ew miriye.

Mivhelle li Stenbolê bû yekem nûçegihana trans. Herî dawiyê li IMC TVyê dixebitî. Dema ku wê li caddeya Îstiklalê hewil dabû ji Sûmeyye Erdogan a keça serokwezîrê hingê Recep Tayyîp Erdoganî pirsên xwe bipirse, polîsên parastinê tûndkarî li wê kiribû û bînerên ji rêzê yên bala wan ne gelek li ser televizyonan e jî ew nas kiribû.

Em cara pêşyê hingê bi wê re axivîn. Paşê min bala xwe da ser nûçeyên wê. Li IMC TV ya ku bûbû dengê “ew kesên dî” û hatiye girtin jî di roja pêşiyê ya xebatê de ew bi giriyê xwe ve vegeriyaye mala xwe.

Li kargeha ku navenda televizyonê lê bû gelek kesan li cihê cixarekişandinê an jî li xweringehê Mihaelle nîşannî hev kirine ku tîktîk lê keniyane, karmendên parastinê yên taybet jî digel ku ew nas dikirin jî her car ew sekinandine û çûnûhatina wê zehmet kirine.

Michelleyê gotibû ka çawa di kongreyên bi rojnamegeran re dema wê pirsên xwe dikirin yên pirs jê dihatin kirin xwe nebihîstî dikirin û çawa hevpîşeyên wê jî xwe ji wê vedidan.

Hima bêje dibihîsim hûn dibêjin “dema ev tişt qewimîn te çi kir?” Min hewil da li nava medyaya navendî de, ji bo nûçeyên giştî li Kanal Dyê bi wê nûçegihana jêhatî re bixebitim.

Ew hewceyî nûçegihanekê bûn ku pirsên xwe bi wêrekane bipirse, şev û roj li pey nûçeyan bibeze. Tam niho divê lêborînê ji te bixwazim Michelle. Ji ber ku ji beriya bi serkaran re biaxivim, bi kelecanê vê fikrê min ji te re got û hêvîyek li nik te çêkir.

Pêşiyê min nezanî meseleyê ji kê re bibêjim, paşê min got ez ê ji yên herî jorî re bibêjim. Ew destê rastê yê patronan bû. Li ser mijarên ceribandinên mêrbûnê yên piştî şêst saliyê dinivîsî. Bi pantorê xwe yê pembe/sûf bi ser tabûyan de diçû. Qunciknivîskarek bû ku ji bo vê daxwazê bikim gelek baş dixweya. Min jî welê kir ji bo tu kar bikî min alîkarî ji qunciknivîskarî xwest. Bersiva “begê me” ez jî hêvîşkestî kirim.

Dema min behsa tercîha te ya zayendî kir, got: “Ne we be, patron ji wan gelek aciz dibe. Heke bibîne jî dê tehemmil neke. vê ji bîr bike.” Paşê wî ez hişyar kirim û got ji ti kesan re jî nebêje.

Min nekarî karî ji te re çêkim. Li min bibore.

Loi vî welatî li mijarên tûndkariyê jî behsa wan kesên trans nayê kirin. Heke karkereka seksê hatibe kuştin, ji xwe ji ber ku ew li pey qebahetekê bûye ji ber wê hatiye kuştin... Zaro zêçên her kesan hebû û heke mirovên trans di nava rojê de bihatiya dîtin jî sûc bû.

 Civak gelekê durû bû. Sibeyê ji bo lînckirinê şevê ji bo sekskirinê diçûn ber deriyê transan. Cara paşiyê min û Michelleyê li taxa Denizkoşklerê ya navçeya Avcilarê [ya Stenbolê] hev dîtibû.

Piştî erdhêja sala 1999ê gelek xanîyan zerereka mezin dît. Hin xanî hatin serastkirin. Ew kesên li cihê dî nekarîn stara xwe bikin xwe li wê derê sitirandibûn. Trans çûne wê derê.

Hinek ji wan xwediyên xaniyan bûn, hinek jî kirêdar bûn. Piştî nûçegihanekê nûçeyek çêkir. Xelkê taxê bi bizotiyên xwe ve çûn ber deriyê transan û ji wan re gotin: “An derbikevin an jî em ê me bi saxî bişewitînin.” Taciz û tehdîtkarî ji heddê tehemilê borîbûn.

di nav wan kesê ku mirovên trans tehdît dikirin de jinek jî hebû. Wê destê zarokê xwe girtibû û sirreka mêran negotî got:

“Niho taxa me dê bê nûkirin, xaniyên me dê bihatir bibin lê ji ber van transan ti kes dê nekirin.”

Min û Michelleyê li wê taxê hevdu dît. Ji ber ku min kar jê re çênekiribû ji min nexeyidî bû. Hem ew şev 15ê Tîrmeha 2016ê bû. Em çûbûn daweta hevkarekê xwe. Li Avcilarê li mêrgekê dawet dihat kirin.

Li twîtterê hin peuyam hatibûn belavkirin. Dihat gotin derbe hatiye kirin. Em mêr digel jinan ji dawetê westiyan û ketin ser rêyan. Me ne zanî ka çi çêbûye. Da şarja telefonên me hemiyan xelas nebe. Me biryar da ku em ê bi dorê Twîtterê vekirin.

Komeka hêsbûyî ber bi me ve dihat. Hinek jinên di koma me de xwe ji bo dawetê xemilandibûn û etekên kurt li xwe kiribûn. Wê komê got “90 sal in ti nema we neanî serê me. Hûn gihan dawiya emrê xwe.” Dema em bi taxa Denizkuşklerê re borîn kesekê ji şaneşîna xwe banî me kir.

“Derve tevlihev e, werin jorê. Yek du mêvanên keçikên me hene heke hûn jê aciz nebin werin li vê derê hinekê bêhna xwe vekin.”

Ew kesa bakirî Michaelle bû. Wek di tofanekê de çikilekê zeytûnan dirêjî me kir. Tesedifek bû ku gelek kêm tê dîtin.

Michelle niho li Almanyayê karê xwe yê rojnamegeriyê dike. Bêguman hûn bi vê nivîsê ne li bendê ne ku ez pêşniyaran li we bikim.

Li Stenbolê piştî ku min ji bo pêşkêşiyek kir ku dahatên wê ji bo saziyeka civakî bû, seroka Platforma Em ê Jinkujiyê bisekinînin, Gusûm Kavê ji min re gotibû ew spas dike ku wek mêrekê min şîret li jinan nekirin.

Min hingê biryar da bila şîretên min ji min re bin. Jin kengê bixwazin ez ê li nik wan bim. Ez ê bi xwestina lêborînê dest bi wê bikim. (İD/ŞA/APA/MB)

* Xêz: Kemal Gokhan Gurses

52 MÊR 52 HEFTE

#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan

#2 Jin - Mehmet Eroglû

#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz

#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal

#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky

#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan 

#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû 

#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin 

#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş

#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen  

#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin

#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş

#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît

#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir 

#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû

#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan

#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren 

(İD/ŞA/APA/MB)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

16 Gulan 2018, Çarşem

İrfan Değirmenci