Rojhilata Navîn nikare xwe li ber şerekê dî bigire

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dê ji bo dirêjkirina hevpeymana ji bo bikarînana enerjiya nûkleerê ya bi Îranê re kirî biryarê bide. Serookomarê Almanyayê li bîra amerîkayê anî ku “Rojhilata Navîn nikare xwe li ber şerekê dî bigire.”

 Ji bo nûçeya Tirkî  bitikîne 

Serokkomarê Almanyayê, Frank-Walter Steinmeierî diyar kir heke hevpeyman têk biçe jî divê Amerîka û pênc dewletên hevpeymanên wê li ber çavên xwe bînin ku “Rojhilata Navîn nikare xwe li ber şerekê dî bigire.”

Serokkomarî da zanîn ku Amerîka di wê tevgerê de ye ku dibêje “bila her kes li careseriya xwe binêre.”

Frank-Walter Steinmeierî ji televizyona Almanyayê ya dewletê re duhî gotiye.

“Ya rastî ji ber nûçeyên li aliyê dî yê Atlantîkê ez di fikarê de me.

Astengkirina şerekê

Serokkomarî daye zanîn ku dema serokwezîrê wê demê yê DYAyê, John Kerriyî gotiye “bêguman e ku me ev hevpeyman ji bo astengkirina şerekê mihtemel îmze kir.”

Amerîka dê îmze bike

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî diyar kir ku heke tiştên guhertinê bêne guhertin ew amade ye di 12ê Gulanê de ji bo dirêjkirina hevpeymanê îmzeyê biavêje. (ŞA/MB)

Çavkanî: Deutsche Welle


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

07 Gulan 2018, Duşem