Hollandayê balyozê xwe bi awayekê fermî ji Tirkiyeyê vegerand

Wezîrê karên derve yê Hallandayê, Halbe Zijlstrayî da zanîn ku welatê wî bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Ev salek bû Tirkiyeyê destûr nedida wezîrê Hollandayê bê Tirkiyeyê.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne

 Wezîrê karên derve yê Hallandayê, Halbe Zijlstrayî da zanîn ku welatê wî bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Ev salek bû Tirkiyeyê destûr nedida wezîrê Hollandayê bê Tirkiyeyê.

Di 12ê Adara 2017ê de Hollandayê destûr nedabû wezîra karên malbat û polîtîkayên civakî, Fatma Betul Sayan Kaya li balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hollandayê ji bo referandûma Tirkiyeyê mîtîngekê pêk bîne.

Piştî bûyerê balyozê Hollandayê yê li Tirkiyeyê vegeriyabû Hollandayê lê Tirkiyeyê destûr nedabû wî ku dîsa li Tirkiyeyê vegere.

Balyozê Hollandayê digel ku nedikarî bê Tirkiyeyê jî bi fermî balyoz bû. Wezareta Karên Derve ya Hollandayê biryara vegerê bi awayekê fermî da.

Herweha wezîrê karên derve yê Hollandayê da zanîn ku Hollanda jî dê destûrê nede Tirkiyeyê ku ji bo balyozxaneya xwe ya li Hollandayê Balyozekê erkdar bike.

Çi bûbû?

Di 6ê Adara 2017ê de wezîrê dadê Bakir Bozdagî xwestibû biçe Almanyayê û li wê derê beşdarî civînekê bibe lê civîn hatibû astengkirin.

Li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî eşkere gotibû:

“Min digot qey Nazîzm li Almanyayê nemaye lê welê diyar e hê heye.”

Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî, Fatma Betûl Sayan Kayayê xwest li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hollandayê ji bo referandûmê mîtîngekê pêk bîne. Wezîr ji Hollandayê bi zorê ji bo Almanyayê hat birin bi balafirê, ji bajarê Kolnê yê Almanyayê hat Stenbolê.

(PT/MB)  


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

05 Sibat 2018, Duşem