“Di duyemîn salvegera Belavoka Aştiyê de em ê li sonda xwe xwedî derkevin”

Di duyemîn salvegera Belavoka Aştiyê de, li ber avahiya edliyeyê ya ku dadgehkirin lê bi rê ve diçin hat gotin, “Em dibêjin ku xwestina aştiyê ne sûce, ‘Nabe ku daxwaza aştiyê bê dadgehkirin’.”

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne

Du sal di ser wê belavokê de derbas bû ku Akademisyênên Aştîxwaz bi 1128 îmzeyan îmze kiribûn û tê de gotibûn ku “Em ê nebin hevkarê vî sûcî”.

Di duyemîn salvegera belavkirina belavokê de du akademisyen ji ber ku îmze avêtine bin belavokê wê bên dadgehkirin.

Beriya dadgehkirina ku wê li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran bi rê ve biçe, akademisyenan li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.

Akademisyenan pankartek hilgirtin ku li ser “Em ê li sonda xwe xwedî derkevin” hatibû nivîsandin.

“Nabe ku daxwaza aştiyê bê dadgehkirin”

Ayşe Erzan, Fadîme Gok û Zelal Ekînciyê daxuyanî xwendin:

“Di van du salên ku bi fişar, lînckirin, desteserkirin û girtinan derbas bû de, nêzîkî 500 hevalên me yên îmze dane ji kar hatin avêtin. 15yê Adarê ya 2016yê ji bo 4 hevalên me biryara girtinê hat derxistin û ev hevalên me heta 22yê Nîsanê girtî man.

“25ê Sibatê ya 2017yê piştî ku bi awayekî dijhiqûqî ji erka xwe ya li Zanîngeha Çûkûrovayê hat derxistin, akademisyenê ciwan Mehmet Fatîh Tiraşî xwe kuşt. Dersdarên xwe Eren Denîz Tol 27ê Sibatê ya 2017yê û Arîf Dîrlîk 1yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê çûn ser dilovaniya xwe.

“Eş û bêdadî û neheqiya ku em rastî wê hatin ne bes bû 5ê Kanûna Pêşiyê bi tohmeta “kirina propagandeya terorê” doz li me hatin vekirin.

“Li hemberî fişar, zilm û bêdadiyê em ê li sonda xwe xwedî derkevin. Li gel şagirtên me, rêxistinên girseyî yên demokratîk, feminîst, rêxistinên LGBTIyan, çalakvanên ekolojiyê, ji Tirkiye û cîhanê rêxistinên mafên mirovan, yên aştiyê û kedê û akademisyenan, komên pîşeyî yên weke sînemager, wêjenas, xebatkarên tenduristiyê û hiqûqnasan piştgirî mezintir kirin.

“Piştî du salan îro em ê li sonda xwe xwedî derkevin. Careke din em dibêjin ku zanist neçarin rastiyê bînin ziman. Em dibêjin ku xwestina aştiyê ne sûce, ‘Nabe ku daxwaza aştiyê were dadgehkirin’.”

Çi bûbû?  

11yê Kanûna Paşiyê ya 2016an 1128 akademisyen û lêkolînerên aştîxwaz bang li dewleta Tirkiyeyê kiribûn ku dawî li şer û tundiye bîne û vegere muzakereyan û danezana 'Em nabin hevparê vê sûcê' belav kiribûn. Hejmara îmzeyan gihiştibû 2212yan.

Alîkara Doç. Dr. Esra Mûngan, Alîkarê Doç. Dr. Mûzaffer Kaya, Doç. Dr. Kivanç Ersoy û Alîkara Doç. Dr. Meral Camci li ser navê koma Stenbolê ya Akademisyenên Aştîxwaz bi civîneke çapemeniyê belavok ji raya giştî re ragihandin (10ê Adarê ya 2016yê). Ji bilî Camciyê her sê akademisyenên din bi tohmeta "propagandeya rêxistinê" di 15yê Adarê ya 2016yê de hatin girtin. Camci li derveyî welêt bû û piştî vegeriya Tirkiyeyê di 31ê Adarê ya 2916yê de hat girtin. Her çar akademisyen 22yê Nîsanê ya 2016yê di civîna pêşiyê ya dadgehê de serbest man. Di civîne pêşiyê de dozger xwest ku tohmeta li ser wan biguhere û ji ber Xala 301emîn a Kanûna Cezayan a Tirkan (TCK) bên dadgehkirin û ji bo wê jî destûr ji Wezareda Dadê were xwestin. Xala 301emîn derbarê "biçûkxistina miletê Tirk, Dewleta Komarê ya Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê" de ye.

Cotmeha 2017yê herî kêm derbarê 148 akademisyenan de îdianame hatin amadekirin. Dozger Îsmet Bozkûrtî îdianame amade kirin û akademisyen ji ber Xala 7/2yê ya Qanûna Tekoşîna Dij Terorê ya hejmar 3713yê hatin tohmetkirin ku derbarê "propagandeya rêxistina terorê" de ye. Civînên pêşiyê 5ê Kanûnê ya 2017yê bi rê ve çûn.

 

(TP/BK/FD) 


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

11 Kanûna Paşiyê 2018, Pêncşem

Tansu Pişkin