Berpirsê HaberTurk TVyê hatiye desteserkirin

Berpirsê giştî yê HaberTurk TVyê, Veyîs Ateş ji ber ku ji beriya 12 salan dereng çûye leşkeriyê şeva dî hat desteserkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne

Berpirsê giştî yê HaberTurk TVyê, Veyîs Ateş ji ber ku ji beriya 12 salan dereng çûye leşkeriyê şeva dî hat desteserkirin.

Veyîs Ateş da ji Enqereyê biçe Stenbolê çûye Balafirgeha Esenbogayê. Li wê deran Polîsan ew desteser kiriye.

Ateşî li ser hesabê xwe yê Twîtterê, li ser rewşa xwe nivîsî. Wî got di sala 2004ê de ew derengî çûye leşkeriyê, ji ber wê polîsan ew desteser kiriye, wî îfade daye dadgehê û paşê hatiye berdan.(EKN/MB) 


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

06 Kanûna Pêşiyê 2017, Çarşem