Lûtkeya Wekhevî, Dad û Jinan wê li Stenbolê bi rê ve biçe

Lûtkeya Wekhevî, Dad û Jinan wê di navbera 30ê Çiriya Paşiyê û 1ê Kanûna Pêşiyê de li Stenbolê bi rê ve biçe. Di lûtkeyê de wê paşketinên desteftiyên mafên jinan bên nîqaşkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne

Lûtkeya Wekhevî, Dad û Jinan wê di navbera 30ê Çiriya Paşiyê û 1ê Kanûna Pêşiyê de li Stenbolê bi rê ve biçe.

Beriya lûtkeyê komîteya birêxistinkirinê ya di bin serokatiya Gulseren Onançê de duh civîneke çapemeniyê çêkir.

Onançê got ku di salên dawiyê de him li cîhanê him jî li Tirkiyeyê paşketin di desteftiyên mafên jinan de tên dîtin û ew ê di vê civînê de sedemên vê paşketinê bi beşdariya welatiyan nîqaş bikin.

Prof. Dr. Fatmagul Berktayê jî diyar kir ku sedema vê paşketinê “krîza mêran a ku li hemberî van destkeftiyan e” û wiha axivî, “Mêr tundkariyê li jinan dikin, dixwazin mafên desteftî bi paş de bixin û yaseyan bi cî naynin û bi vî awayî dixwazin vê krîzê telafî bikin.”

Berktayê hir wiha destnîşan kir ku pirsgirêke din a Tirkiyeyê jî valakirina têgeha wekheviyê ye.

Seroka Baskê Jinan a CHPyê Fatma Koseyê aşkere kir ku wê jinên ji nêrînên cuda û partiyên cuda di lûtkeyê de werin ba hev û wiha axivî, “Di vê hevratiyê de nêrîna siyasî ne di asta pêşiyê de ye. Tiştê herî girîng ew e ku divê em bi hesasiyeta jinan derkevin rê.”

“Tiştê girîng beşdariya mêran û ciwanan e”

Onançê got ku wê lûtke du rojan bidome û 30 beşdar û moderator wê beşdar bibin. Onançê her wiha diyar kir ku ew bi taybetî girîngiyê didin beşdariya ciwan û mêran.

Lûtkeya ku Bertil Emrah Oder, Çiğdem Aydın, Emel Armutçu, Fatma Köse, Fatmagül Berktay, Gülseren Onanç, Hülya Gülbahar, Meral Tamer, Müjgan Suver, Nuray Özbay, Sensiz Olmaz Takımı, Sevgi Uçan Çubukçu, Tijen Mergen, Yasemin Bektaş û Zeynep Alemdar di komîteya organîzasyonê de cî digirin wê li Wow Hotelê çêbibe.

Di nava beşdarên lûtkeyê de rojnameger Nevşin Mengü, Şirin Payzın, Ayşe Arman, Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroğlu, Parlamentera HDPyê Meral Daniş Beştaş û Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Güllü hene. (ÇT/FD)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

08 Çiriya Paşiyê 2017, Çarşem

Çiçek Tahaoğlu