Li DYAyê doz li Wezîrê berê Zafer Çaglayanî hat vekirin

Zafer Çaglayan Wezîrê Aboriyê yê berê li DYAyê di dosyeya Reza Zarrabî de bû bersûc. Yek ji sûcên ku Çaglayan pê tê tawanbarkirin “bertîlxweriya bi milyonan dolaran e”.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne

Dozgeriya Herêma Bakur a New Yorkê ya Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) aşkere kir ku Zafer Çaglayan Wezîrê Aboriyê yê berê jî tê de 4 kes weke di dosyeya Riza Sarrafî (Reza Zarrab) de weke bersûc hatine sûcdarkirin.

Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya dozgeriyê de cî girtiye, Çaglayan bi wan sûcan tê tawanbarkirin ku li hember ambargoya Îranê bi rêyên dijyaseyî pare şandiye û “bi milyonan dolar pare weke bertîl standiye” tê sûcdarkirin.

Ligel Çaglayan kesên din ên ku di dosyeya Sarrafî de cî girtine ev in: Midûrê Giştî yê berê yê Halk Bankasi Suleyman Aslan, Levent Balkan û Abdullah Happani. Niha ligel Reza Zarrabî, Mohammad Zarrab, Camelia Jamshidy, Hossein Najafzade û Mehmet Hakan Atilla di heman dozê de tên darizandin.

Alîkarê Midûrê giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla, di çarçoveya lêpirsîna Reza Zarrabî de adara 2017yê li New Yorkê hatibû girtin.

Çi bûbû? 

Reza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.

Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Sarrafî.

Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin. Zarrab 16ê Hezîrana 2016ê derket pêşberî dadwer û tohmetên li hemberî xwe red kir. (AS/FD)


New Yok - Navenda Nûçeyan a BIAyê

07 Îlon 2017, Pêncşem