Dadgeha bersûcê endambûna DAIŞê tehlîye kirî: Hûn nikarin îtiraza tehlîyeyê bikin

Burhan Gok bi wê yekê tê sûcdarkirin ku ew yek ji bersûcê êrîşa li Amedê li mîtînga HDPyê hatî kirin e. Dadgehekê ew tehlîye kir û rêya îtirazê girt.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne

Burhan Gok bi wê yekê tê sûcdarkirin ku ew endamê DAIŞê ye, yek ji bersûcê êrîşa li Amedê li mîtînga HDPyê hatî kirin e û wî alîkariya endamên DAIŞê kiriye ku ew ji sînorê Tirkiyeyê derbikevin.

Dadgeha 2. a Cezayên Giran a Enqereyê biryar da:

“Di biryarê de cihê îtirazê nîne.”

Di 5ê Hezîrana 2015ê de êrîşek li mîtînga Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) hat kirin ku failê wê Burhan Gok bû.

Dadgeha 2. a Cezayên Giran a Enqereyê di 26ê Tîrmehê de biryara tehlîyekirina wî da.

Dadgehê karê xwe nekir

Parêzeran ji bo biryarê îtiraz kir. Lê dadgehê eşkere kir ku “di biryarê de cihê îtirazê nîne.”

Yek ji parêzerên dozê, Ozgûr Erolî ji bianetê re got:

"Dadgehê karê xwe yê bingehîn nekir. Divêya dadgehê îtiraza ji bo tehlîyekirinê di qeydên dadgehê de bidaya nivîsîn lê dadgehê ev yek nekir. Me îtiraz kir. Vê carê jî em ê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 3. îtirazê bikin."

Li gor Qanûna Biryrdana li ser Cezayan, ji bo îtirazkirinê ti asteng nînin.(AS/MB) 


Enqere - Navenda Nûçeyan a BIAyê

27 Tîrmeh 2017, Pêncşem

Ayça Söylemez