Cihgirê serokwezîrî: TSK dê nekeve di sîyasetê de

Cihgirê Serokwezîrî, Nûman Kûrtûlmûşî li ser sernivîsa Hurriyetê ya “serokerkanî aciz e” got welê dixweyî ku hinek ji hevkariya desthilata siyasî û leşkerî aciz in.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne

Cihgirê serokwezîrî û berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş duhî piştî civîna dîwana wezîran axivî.

Kûrtûlmûş li ser nûçeya Hurriyetê ya “serokerkanî aciz e” got welê dixweyî ku hinek ji hevkariya desthilata siyasî û leşkerî aciz in.

Li gor nûçeyê çavkaniyeka/ê navê xwe nedayî bersiva heft rexneyên li Serokerkaniya Leşkerî hatî kirin daye.

Hurriyetê heta niho bersivek nedaye.

Serokwezîrê Bînalî Yildirim got: “Bi sernivîsan hewil didin eyarên hikûmetê biguherin.”

Wezîrê dadê jî li ser nûçeyê gotibû: “Ti kes û hêz nikarin eyarên Parlemana Tirkiyeyê û gelê tirk biguhere.”

“Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye”

Nûman Kûrtûlmûşî gotiye:

“Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye. Ji ber vê yekê divê her kesan hay ji gotinên xwe hebin.

“Êdî ne mûmkin e bi sernivîsan eyarên Hêzên Çekdar ên Tirkan, îradeya sîyasî û hikûmetê bê guhertin.”

(AS/MB) 


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

28 Sibat 2017, Sêşem