Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber “zimanê wê yê helbestî yê bêqisûr ê ku xweşikbûna sade û hebûna şexsî tîne asta gerdûnî” îsal Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Louise Gluck, helbestvana amerîkî.
Ji ber “zimanê wê yê helbestî yê bêqisûr ê ku xweşikbûna sade û hebûna şexsî tîne asta gerdûnî” îsal Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Louise Gluck, helbestvana amerîkî.
Gluck piştî 27 salan bûye amerîkiya yekem ku Xelata Wêjeyê ya Nobelî werdigire. Herî dawî di sala 1993yan de Toni Morrisonê amerîkî di vî warî de hêjayî xelatdayînê hatibû dîtin. Gluck yek ji helbestvanên navdar a amerîkayê ye û her weha xelatên Pulitzerî û Pirtûka Netewî jî wergirtine.
BREAKING NEWS:
— The Nobel Prize (@NobelPrize) October 8, 2020
The 2020 Nobel Prize in Literature is awarded to the American poet Louise Glück “for her unmistakable poetic voice that with austere beauty makes individual existence universal.”#NobelPrize pic.twitter.com/Wbgz5Gkv8C
Derbarê Louise Gluckê de
Sala 1943yan li New York City-yê ji dayik bûye. Li Long Islandê bicih bûye. Averno" (Farrar, Straus and Giroux, 2006), "The Seven Ages" (Ecco, 2001), "Vita Nova" (1999), "Meadowlands" (1996), "The Wild Iris" (1992), "Ararat" (1990) ve "The Triumph of Achilles" (1985) pirtûkên wê ne. (AO/FD)