Helbestên Arjen Arî, yek ji navên pêşek ên helbesta kurdî ya modern ji nû ve hatine weşandin.
Weşanên Sorê hemû berhemên Arjen Ariyî di setekê de kom kiriye û ew weşandine. Seta weşanxaneyê weşandiye ji 9 pirtûkan pêk hatiye.
Pirtûkên ku hatine weşandin ev in: “Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor”.
Helbestên Arjen Ariyê ku sala 2012ê, di 56 saliya xwe de ji ber penceşêrê koça dawiyê kiribû heta niha ji hêla weşanxaneyên cida cida hatibûn weşandin. Lê Weşanên Sorê, mafê weşandina berheman wergirtiye û ew weke setekê pêşkêşî xwendevanan hatiye kirin.
Bixwîne - Arjen Arî û berhemên wî
Derbarê Arjen Ariyî de
Fotograf: Murat Bayram/arşîv
Arjen Arî 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Cara peşî li kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan. Weke gelek helbestvan û nivîskarê Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polisan dest danîn ser helbestên wî yên Kurdî û Tirkî. Qasî hefteyekê hepsê de ma. Ew derket lê helbestên wî heta niha jî hepsî ne.
Piştî 12ê îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992"an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji mirinê filitî. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê ma. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30ê Cotmeha 2012an de çû ser dilovaniya xwe. (FD)