Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî (IBV) dê komeka xwendinê pêk bîne. Kom dê 14ê Îlonê bi koordînatorîya Suat Baranî dest bi xwendina berhemên kurdî(kurmancî) û tirkî bike.
Beşdarên komê dê bi pîvanên “edebiyata kurdî ya danberhevkî” kitêbên li ser mijarên wek bêdengî, ol/bawerî, hebûnparêzî (egzistansiyalîzm), dîyaspora, femînîzm, postkolonyalîzm, vebêjên vegera malê, self-oryantalîzm, berrahîya efsûnî (magical reality), psîkanalîz bixwînin.
15 kes dikarin beşdarî komê bibin. Ew kesên ku dixwazin beşdarî komê bibin divê vê formekê dagirin. Ji bo dîtina formê bitikîne.
IBVyê li ser bernameyê daxuyanîya li jêr weşandiye:
“Di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî de wêjeya Kurdî ya hevdem dê navenda koma xwendinê be, bi tesîra gelek serpêhatîyên serdema me berhemên Kurdî wê bi perspektîfek firehtir, bi moderatorîya Suat Baranî lê belê armanc ev e ku zêdetirî bi awayekî înteraktîv lê hûr bibe.
“Armanca sereke ya koma xwendinê ji novelê heta çîrokê, ji çîrokê heta helbestê, ji helbestê heta gotarên teorîk; li ser lîsteyeke xwendinê ya berfireh ku tê de berhemên Kurdî hatin nivîsîn hene wê xwendineke berawirdî li ber çav bigire û bi wêjeyên din ên cihanê re hevbandorîyê, hevşibînê, cûdahîyê binêre û dê li bêjinga berawirdîyê bixe.
“Di hilbijartina berheman de têma û metodên teorîk ên wek alegorîya netewî, bêdengî, ol/bawerî, hebûnparêzî (egzistansiyalîzm), dîyaspora, femînîzm, postkolonyalîzm, vebêjên vegera malê, self-oryantalîzm, berrahîya efsûnî (magical reality), psîkanalîz binyat hatîye standin.
“Bernameya xwendinê jî li gorî stûrî û tîrbûna berheman di navbera 2 an jî 3 hefteyan de hatîye saz kirin. Ji bo beşdarîya çalak û rexneyî, nêrîna analatîk û da ku kom kêrhatî û birêkûpêk rêve biçe kontenjan bi 15 kesan hatîye sînor kirin.”
Dîroka destpêkê: 14ê Îlonê 2019 Saet: 15:00 Qewl: 6 meh Ziman: Kurmancî Zimanê Xwendinê: Kurmancî - Tirkî Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîkcî |
(MB)