Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pirtûka destan a nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê ya bi navê “Nûçe û dadkirin” bi zimanên kurdî û tirkî derketin.
Pirtûkê li pirtûkxaneya BIAyê cihê xwe girt. Dîzayna pirtûkê MYRAyê kiriye. Hûn dikarin bi awayekê dîjîtal bi kompîter û telefonên xwe li her deran bixwînin.
Ji bo tu pirtûkên BIAyê bibînî, bitikîne
Şengün Kılıç Hristidisê “Pirtûka destan a nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê” nivîsîye. Gökçer Tahincioğluyî ji bo weşanê amade kiriye. Murat Bayram û Ferîd Demîrelî wergerandiye kurdîyê.
Projeya nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê
Me ev proje bi piştgiriya SIDAyê(Ajansa Hevkariyê ya Pêşketina Navneteweyî ya Swêdê) di navbera Kanûna Paşiyê ya 2018 û Kanûna Paşiyê ya 2019ê de temam kiriye. Koordînatora projeyê Elîf Unal e.
Me û Civil Rights Defendersê digel nivîskar, rojnameger û rewşenbîran civînek pêk anî. Em ji hevkarên li bianetê, piştgirên projeyê û MYRAyê re spas dikin.
Nadire Mater: Ti caran ne ev qasê pêwîst bû
Li destpêka pitûkê nivîseka bi navê “ji weqfê” heye. Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Nadire Materê nivîsîye. Wê di nivîsa xwe de diyar kiriye ku ti caran qasî vê demê “rojnamegereriya ku li Tirkiyeyê li pey mafan e” ev qasê girîng nebûye.
Şengün Kılıç Hristidis: Min li gor şertên normal amade kir
Şengün Kılıç Hristidisê diyar kir ku min fikirî “ez ê çi bibêjim. Di nav vê bêhiqûqîyê de, behsa kîjan qaîdeyan bikim. Behsa kîjan kevneşopîyê bikim?”
Paşê wê diyar kiriye ku wek ew ji dersên kîmyayê hîn bûye wê biryar daye “Li Gor Şertên Normal” çêbike.
Di pirtûkê de çi heye?
Pirtûk ji 68 rûperan pêk tê. Agahiyên li ser nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê, pêşketina wê û rewşa wê ya niho, tecrûbeyên nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê, pêvajoya Qanûna Mihekemeya Cezayan û Maf û berpirsiyarîyan hene.
Gökçer Tahincioğlu: Nûçegihaniya pêvajoya dadkirinê rasterast li ser jiyana mirovan e
Tahincioğluyî diyar kir ku:
“Hûn karekê xelet bikin, çêdibe navek pey kesekê bikeve, bikeve di rewşeka xerab de û jiyana wê zehmet bibe. Ji ber wê agahiyên teknîkî ya rastî mecbûrî ye.”
Murat Bayram: Gava Pêşiyê ye
Wergêrê kitêbê Murat Bayramî diyar kir ku ji ber ku sîstemeka dewletan ya kurdan nîne biryarên li ser wan têne dayin bi zimanên dî ne. Dadgehên Tirkiyeyê bi tirkî, yên Îranê bi farisî û yên Sûriyeyê li ser kurdan bi erebî biryaran didin. Nûçegihanên kurd da van nûçeyan çêbikin mecbûrî wergerê ne. Ji bo vê yekê, li Tirkiyeyê ev gava yekem e ku ji bo nûçegihaniya kurdî hatiye avêtin.”
Ferîd Demîrel: Valayîyeka mezin dê bê tejîkirin
Wergêrê kitêbê Ferîd Demîrelî diyar kiriye ku:
“Nemaze di salên dawiyê de liv û tevgerek di bûyerên dadkirinê de heye. Gelek doz têne vekirin. Ev yek hem bandorê li gelî dike hem jî li rojnamegeran dike. Ez di wê qinaetê de me ku ev kitêb dê valayîyeka mezin tejî bike.”
Şengun Kiliç Hristidis
Rojnameger û nivîskar e. Sala 1986ê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Li cur be cur rojname, kovar, radyo û kanalên televizyonan de weke nûçegihan, edîtor û midûra nûçeyan kar kiriye. Pirtûkên wê yên bi navê “Biz ve Onlar/ Türkiye’de Etnik Ayrımcılık (1992, Metis Yayınları)”, “Beyaz Bir Düş (2004, Epsilon Yayınları)”, “Sinemada Ulusal Tavır/ Halit Refiğ Kitabı (2006, İş Kültür Yayınları)”, “Erozyon Dede, Hayrettin Karaca Kitabı (2008, İş Kültür Yayınları)”, “CHP’li Yıllar 1946-1992 (2010, İş Kültür Yayınları)”, “Hayatım Mücadeleyle Geçti/Kemal Kurdaş Kitabı (2010, İş Kültür Yayınları)”, “Çayın 90 Yılı (2014, ÇAYKUR” nivîsandiye û ev pirtûkên wan hatine çapkirin. Sala 1963yê li Erzînganê ji dayik bûye. Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Li Beşa Operayê ya Konservatûara Dewletê ya Zanîngeha Hacettepeyê xwendina xwe berdewam kiriye.
(EÜ/EKN/MB)