Li Parîsa Fransayê komek xwendekarên ku piraniya wan li INALCOyê dixwînin kovareka bi zimanê kurdî ya bi navê KurdÎnalco derxistiye.
Kirîna kovarê
Kovara ku li Parîsê derketiyê dê li malpera pirtukakurdi.com bê firotin.
“Bi zimanê dayîka xwe...”
Di kovarê de 26 nivîs hene. Filît Baran yek ji redaktorên kovarê ye. Wî li ser kovarê ji bianetê re got:
“Naveroka kovara me rengîn e, tê de wêje jî heye matematîk jî heye. Armanca me bi vê kovarê ew e ku xwendekarên kurd bikaribin bi zimanê dayîka xwe nivîs û zanyariyê biafirînin.
Naveroka KurdÎnalcoyê
“Her yek ji me li gorî xwendina xwe nivîsa dinivîse. Lê armanceke me ya din jî ew e ku em xwendekarên kurd yên li Parîsê li dora kovarekê bicivînin û komeleya Kurdinalcoyê xurttir bikin.
“Xwendevanên li Parîsê dikarin di dezgehên kurdî de vê kovara me di nav deh rojan de peyda bikin, herwuha yên li welêt jî dê di nav mehekê de bikaribin li ser pirtukakurdi.com kovara me bikirrin.
“Pirraniya me xwendekarên Inalcoyê ne lê gelek hevalên me li zanîngehên din de jî dixwînin. Qismek ji me li vir penaber in qismekî din tenê ji bo xwendinê li vir in.”
Bergê Kovarê
(MB)