Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadweriya Silh û Cezayan a Çelê, sê pirtûkên Weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye.
Di biryara qedexeyê de hatiye gotin ku, “Hatiye nirxandin ku dibe di nava gel de dijminahî û kîndariyê çêbike û dibe di pêş de zerarên wiha çêbike ku telafiya wan ne mimkin be. Ji ber vê jî biryar hatiye girtin ku çapkirin, zêdekirin, belavkirin û firotina wan hatiye qedexekirin û divê yên heyî jî werin komkirin.”
Pirtûkên ku hatine qedexekirin ev in
*“Kürt Ulusal Hareketi” (Tevgera Netewî ya Kurdan) Chris Kutschera, Wergera ji frensî: Fîkret Başkaya, 2001
* “Kürtler ve Kürdistan” (Kurd û Kurdistan) Abdurrahman Qasimlo, Wergera ji ingilîzî: Îbrahîm Bîngol, 2009
* “1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri” (Serhildana Kurdan a 1880ê Şêx Ubuydullah Nehrî” Celîlê Celîl, Wergera ji Rûsî: Yaşar Abdulselamoglu, 2015
Berê jî pirtûkên wê hatibûn qedexekirin, depoya wan hatibû şewitandin
Beriya niha jî 9 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê 14ê Gulana 2018ê ji hêla Dadweriya Silhê ya Îdilê hatibû qedexekirin û biryara komkirinê hatibû dayîn. Gelek ji wan tezên doktorayê bûn;
Kan, İnançlar ve Oy Pusulaları, Cesur Adamların Ülkesine Yolculuk, Tasavvur mu Gerçek mi?, Mahabad Kürt Cumhuriyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler 1941-1947, Mağdur Diasporadan Sınırötesi Vatandaşlığa mı?, Ülkemde Bir Yabancı, Çaldıran Savaşı’nda Osmanlılar Safeviler ve Kürtler, Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur: Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar, Kürdistan Bayrağının Altında ve Irak’ta Soykırım.
Pirtûka bi navê “Kürdistan Tarihi” jî 26ê Tîrmeha 2018ê ji hêla Dadweriya Cezayan a Silhê ya Ayvalikê ve hatibû qedexekirin. Ev pirtûk ji hêla Navenda Lêkolînên Derbarê Kurdan de hatibû amadekirin û Weşanxaneya Avestayê ew çap kiribû.
Depoya Avestayê ya li navçeya Sûrê ya Amedê 10ê Hezîrana 2016ê hatibû şewitandin. (EKN/FD)