Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weqfa Aştiyê raporek amade kir ku derbarê rola rêxistinên civaka sivîl di pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurdan de ye.
Amadekariyên xebatê di Gulana 2017yê de dest pê kirine û rapora ku ji hêla Cûma Çîçekî ve hatiye amadekirin di bin navê ““2013-2015 Di Pêvajoya Çareseriyê de Rola SCSyan” de hatiye weşandin.
Reha Rûhavîoglû û Veysî Altintaşî weke lêkolînek li qadê xebat meşandine û Alev Erkîlet, Bekîr Agirdir û Etyen Mahçûpyan şêwirmendî ji xebatê re kirine.
Di raporê de xebat, encamên xebatên wan û helwesta saziyên civaka sivîl ên di pêvajoya çareseriyê de hatine nirxandin.
Her wiha ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê pêş bikeve pêşniyar li saziyên civaka sivîl û aktorên siyasî hatine kirin.
Di dema xebatê de li Enqereyê bi 11, li Stenbolê bi 10, li Amedê bi 13, li Wanê bi 11 nûnerên saziyên civaka Sivîl û li Amedê bi yek û li Stenbolê jî bi 2 pisporên li ser saziyên civaka sivîl lêkolînan dikin re hevdîtin hatine kirin.
Di raporê de pêşiyê derbarê avakirina aştiyê de çarçoveyeke teorîk hatiye danîn û di beşa duyem de qonaxên pêvajoyên guftûgoyan hatiye nirxandin. Di berdewamiya raporê de nirxandineke giştî li ser çareseriya pevçûnan û saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê hatiye kirin û saziyên civaka sivîl ên di navbera salên 2013 û 2015yê de xebat meşandine hatine şîrovekirin.
Di encama raporê de îmkanên lihevkirinê û guftûgoyan ên di pirsgirêka Kurdan de û derbarê rola saziyên civaka sivîl di çareserî û lihevkirinê de pêşniyar hatine kirin.
Rapor, bi Kurdî, Ingilîzî û Tirkî hatiye weşandin.
Ji bo rapora bi Kurdî bitikîne (EKN/FD)