Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komeleya di Pergala Girtîgehan de Civaka Sivîl / Navenda Xebatên Girtîgehan a li Tirkiyeyê (CISST/TCPS) Pirtûkxaneya Xebatên Girtîgehan vekir.
Di pirtûkxaneyê de hezar û 500 pirtûk, bi sedan kovar, tez û broşur hene û wê nava hefteyê saet di navbera 10:30-18:00ê de vekirî be. Çav li rê ye ku di demeke kurt de pirtûkxane rojên şemiyê jî vekirî bimîne.
Roja înê li navenda Komeleyê bernameya vekirinê ya pirtûkxaneyê bi rê ve çû.
Komeleyê diyar kir ku “her kesên bixwazin derbarê girtîgehan de lêkolînê bikin dikarin ji çavkaniyên me fêdê bistînin”.
Li bendê ne ku pirtûk û kovar bên bexşîn
CİSST di 2006ê de hatiye vakirin û li ser binpêkirinên ku li girtîgehan û yên li hemberî komên dezavantaj xebatan dimeşîne.
Di sala 2012yê de bi tevkariya CİSSTê û xwendekarên master û doktorayê yên li ser rewşa girtîgehan tezan dinivîsînin Navenda Xebatên Girtîgehan li Tirkiyeyê ava kiribûn. Armanca avakirina vê navendê ew bû ku, xebatên li ser girtîgehan di asta akademîk de bimeşînin.
Komeleyê aşkere kir ku ew ji bo Pirtûkxaneya Xebatên Girtîgehan li bendê bexşandina pirtûk, cd, kovar û broşurên derbarê girtîgehan de ne. (AS/FD)
* Ji bo lîsteya weşanên li pirtûkxaneyê ne bitikîne