Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojên Pirtûkan en Kadikoyê 3ê Hezîranê roja şemiyê wê destpê bike û 9 rojan berdewam bike.
Îsal wê 80 weşanxane beşdarî Rojên Pirtûkan bibin û weke 2016ê wê li Gara Haydarpaşayê lidar bikeve.
Mêvana Rûmetê Füruzan e
Îsal wê mêvana rûmetê ya Rojên yek ji navên girîng ên wêjeya Tirkiyê Füruzan be. Füruzan roja pêşîn a bernameyê wê pirtûkên xwe ji bo xwendekaran îmze bike.
Tûrhan Gunay wê Xelata Rûmetê bistîne
Îsal wê Xelata Rûmetê ya Weşangeriyê ya Rojên Pirtûkan bidin derhênerê weşanê yê Cûmhûriyet Kitapê ku tevlî 9 nivîskarên Cûmhûriyetê 7 meh in di girtîgehê de ne. Xelat wê roja pêşîn li ser navê Tunay bê dayîn.
Xelata Xêzeromanê jî wê bidin Sûat Yalaz ê karaktera Karaoglan ava kiriye.
Hevpeyvîn, rojên îmzeyan
180 weşanxane, 16 saziyên sivîl û 28 nivîskar wê îsal beşdarî Rojên Pirtûkan bibin.
835 nivîskar û hunermend wê pirtûkên xwe îmze bikin û 86 hevpeyvîn wê lidar bikevin.
Di nava nivîskar, hunermend, rojnameger û helbestvanên ku wê beşdarî bernameyê bibin de kesên weke İrfan Değirmenci, Murathan Mungan, Ahmet Ümit, Haydar Ergülen, Enis Batur, Yekta Kopan, Ercan Kesal, Hüsnü Mahalli, İbrahim Kaboğlu, Fatih Portakal, İhsan Eliaçık, İoanna Kuçuradi, Sevin Okyay, Özgür Mumcu, Ataol Behramoğlu, Mert Fırat, Sunay Akın hene.
Di çarçoveya Rojên Pirtûkan de nivîskar û karîkaturîstên Kovara Lemanê ya ku wê 25. Sala xwe pîroz bike, dê atolye û hevpeyvînan lidar bixin.
Dîsa wê atolyeyên derbarê zarokan û nivîsandinê de birêve biçin û film jî dê bên nîşandan. (YY/FD)